Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Koçadawîkirina nivîskar û romanvîsê Sûrî yê mezin Xeyrî Elzehebî yê ku duh roja duşemê di temenê nêzî 75 salî de koç kiriye ragihand, û sersaxî bo xelk û dostên rehmetî û gelê Sûriyê pêşkêş kir.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku koçadawîkirina Elzehebî ziyaneke mezin bû ji çanda Sûrî re.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku Elzehebî ji salên dirêj de li hember stemkariyê rawestiyabû, û ji dema destpêkirina şoreşa Sûriyê de li aliyê dengê gelê azad bû, û ji bo parastina xwe ji amûrên serkutkirin û kuştinê yên rijêma Esed ji welêt derket, û rêya xwe ya xebatê li Firansa domand ta roja ku li wê derê koça dawî kir, û şûnmayeke mezin ji berhemên wêjeyî yên ku weke gencîneyekê ne ji nivîskar û rewşenbîrên Sûrî re hişt.
Û Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku beşdariya rehmetî di tevgera çandî û hunerî de wek çîroknivîs, romannivîs, nivîskarê şano û diramayê û wergêranê ji zimanê ingilîzî hebû, û beşdarî di edîtoriya hejmarek ji kovarên çandî yên Sûrî de kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî