Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit û Cîgirê Serok Ebdulehad Istêfo, li Brukselê, bi Şanderê Belçîkayê yê taybet bo Sûriyê Hubert Corman re civiyan, û pêşhatên siyasî yên navdewletî û herêmî yên têklidarî rewşa Sûriyê gotûbêj kirin.
Û Şandeyê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya piştevaniya Ewropî ji gelê Sûriyê re kir, bi rêya tevgerekê re ku vederkirina rijêma tawankar bêhtir bike û kar li ser dadpirsîna wê li ser tawanên cengê yên ku dermafê gelê Sûriyê bi dirêjiya salên bûrî pêk anîne bike.
Û Elmislit bal kişand ser giringiya helwesta Yekîtiya Ewropayê ya vê dawiyê ya derbarê redkirina asayîkirina têkliyan bi rijêma Esed re, û tekezkirina wê li ser cîbicîkirina biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêv û biryara 2254, ji bo garantîkirina mafên gelê Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve, Şanderê Belçîkayê tekezî li ser redkirina asayîkirina têkliyan bi rijêma Esed re, eger çareseriyeke siyasî li gor biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî tunebe kir, û bal kişand ser pêwîstiya ku civaka navdewletî bi hewlên zêdetir ji bo gihiştina çareseriyeke berdewam û berfireh li Sûriyê rabe.
Û Şandeyê Hevbendiya Niştimanî cextî li ser pêwîstiya hebûna helwesteke Ewropî ya bihêz dijî kiryarên rijêma tawankar, û nehiştina gelê Sûriyê bi tena wî li hember amûra leşkerî ya rijêma tawankar û hevalbendên wê, kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî