Ofîsa Lêkolîn û Belgeyan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya duyemîn li gel navenda SETA ya lêkolînan li paytexta Enqerê ya Tirkiyê lidar xist, bi armanca şopandina kar li ser pirojeya Sûriyê ya girêdayî rêvebirî û hukumdariya deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê.
Û di civînê de ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve Serokê Hevbendiyê D. Nesir Elherîrî û Sekretêrê Desteya Siyasî Hevrêzkarê Ofîsa Lêkolînan Riyad Elhesen û Endamê Desteya Siyasî D. Bedir Camos û Berpirsê Ofîsa Hevbendiyê li Enqera Ehmed Bekora, amade bûn.
Û ji aliyê navendê ve Pirofîsor Murad Yêşîl Taş û D. Murad Eslan û Herdû Lêkolînvan di Karûbarê Sûrî de Îmreh Xelîl û Bato Coşkon amade bûn.
Û armanca pirojeya Sûriyê ku pilaneke tam bo pêdviyên deverên rizgarkirî deyne, û pilaneke stratîcîk bo dabînkirin û cîbicîkirina pêdviyan deynin, daku di rawestandina derdeseriyên nişteciyên xwecihî de alîkar be, û xizmetkaiyên bingehîn û pêwîst bo jiyana wan di çarçoveyeke ewle û rûmetdar de dabîn bike.
Û amadebûyan li ser avakirina şeş girupên karê hevbeş bo behiskirina pirsên ewlehî û rêvebirî û geşepêdan û qedexekirina tundiyê û aramiya civakî û aborî lihev kirin.
Û Komîteyên Hevbeş dê karên xwe bi awayekî domdar di nevbera hefteyên dahatî de bişopîne, daku bighîne dariştineke kotahî bo vê pirojeyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî