Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, civînek ji dûr ve li gel Nûnera Norwêcê ya herdem di Encûmena Ewlekariyê de Mona Yol li dar xist, û pêre behsa ketwarê meydanî û rewşa debara jiyanê li deverên rizgarkirî, her weha pêşhatên pirosesa siyasî û pêşveçûnên Komîteya Destûrî ya Sûrî kir.
Û di civînê de Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî, Ebdulehed Istêfo, û Nûnera Hevbendiyê di Netewên Yekbûyî de Meryem Çelebî û Nûnerê Hevbendiyê li Emrîka Quteybe Idlibî û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li yekîtiya Ewropa Beşar Hac Elî amade bûn.
Û Elherîrî rewşa cûrbecûr deverên Sûrî yên ku her diçe li ser asta debara jiyanê û aboriyê xirab dibe axivî, û tekez kir ku rijêma Esed berpirsiya tam di ber xirabiya rewşê ya berdewam de hildigre, ji ber ku pabendiyê bi cîbicîkirina rêkeftinên agirbestê nake, û astengiyan dixe rêya çareya siyasî li ser bingeha daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254.
Û Elherîrî bal kişand ser berdewamiya rijêmê di êrîş û pêkanîna tewanên cengê dermafê sivîlan, û tekez kir ku ev kiryar diyar dike ku rijêm hîn pêgiriyê bi rêbaza leşkerî û hewildanên reva ji pirosesa siyasî dike.
Û Elherîrî şiroveyek li ser rewşa tenduristî li deverên rizgarkirî û karê mezin yê ku Wezareta Tenduristî ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî di warê rûbirûbûna korona de pê radibe pêşkêş kir, û daxwaza beşdariya di dabînkirina veksînê de bo nişteciyên bakurê sûriyê ji Norwêcê kir.
Û li ser rewşa nişteciyên kampa Elrikban û pêwîstiya dîtina çareyeke domdar bo kampê û rewşa penaberên sûrî li Libnanê axivî, nemaze tiştên li vê dawiyê bi serê nişteciyên kampa Elminiyê hatiye.
Û Elherîrî cextî li ser giringiya kar ji bo serbestberdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa binçavkiriyên kotkî kir, û tekez kir ku ev doseya di ser danûstandinê re ye, û çênabe ku rijêm wê wek kaxeseke siyasî bikar bîne.
Û tekezî li ser amadebûna Nûnerên Hevbendiya Niştimanî di Komîteya Destûrî de bo gera dahatî kir, û got ku rêya Komîteya Destûrî ya Sûrî bi tenê têrê nake bo gihîştina çareya siyasî li welêt, û careke dî dazwaza kartêkerkirina sepetên dîtir di heman dema karê Komîteyê de kir.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve, Ebdulehed Istêfo, şiroveyek li ser rewşa mirovahî piştî ku Rûsiya li ser hebûna çar dergehên sînorî bo derbaskirina alîkariyên mirovahî li Sûriyê razî nebû û tenê du dergeh pejirandin pêşkêş kir, û tekezî li ser dirêjkirina dema biryara kevin ku bibe salek bi temamî ne şeş heyv tenê bin kir, her weha divê tevaya dergehên sînorî li pêşiya karwanên mirovahî vebin, an zêdekirina qebareya alîkariyan daku têra tevaya pêdvî û xwestekên sûriyan bike.
Ji aliyê xwe ve Nûnera Norwêc tekezî li ser giringiya vekirina dergehên sînorî bo alîkariyên mirovahî bigihîne hewcedaran kir, û cextî li ser giringiya gihîştina çareya siyasî li sûriyê di riya cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî sûriyê kir.
Û Nûnera Norwêc bal kişand ser ku welatê wê ji bo çalakkirina mîkanîzma sizadanên navdewletî derbarê kesên tewanên cengê li sûriyê pêk anîne dixebite, da tewanbar ji sizayan rizgar nebin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî