Tuesday, May 6, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî li Gel Nûnerên Çalakiyên Sivîl û Siyasî û Pisporên ji Curbecur Deverên Rizgarkirî Dicive

November 8, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • Türkçe Nüsha
Hevbendiya Niştimanî li Gel Nûnerên Çalakiyên Sivîl û Siyasî û Pisporên ji Curbecur Deverên Rizgarkirî Dicive

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra, li baregeha Hevbendiya Niştimanî li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê, hevdîtinek li gel nûnerên çalakiyên sivîl û siyasî, komele, yekîtî, sendîka, akademîsyan û koçberan li dar xist.

Û di hevdîtinê de Serokê Desteya Danustandinê ya Sûrî Bedir Cemûs û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrihman Mustefa, û hejmarek ji endamên Hevbendiya Niştimanî û wezîrê Berevaniyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Emîd Huseyîn Hemade beşdar bûn.

Û amadebûyan di civînê de rewşa deverên rizgarkirî gotûbêj kir, û giringtirîn pirsgirêk û pêdvî û pêwîstiya hevkariya bizavan di navbera pêkhate û cihêrengên civaka Sûrî de berçav kirin, û saziyên niştimanî yên ku sûda wan dighê tevaya endamên civakê ava bikin.

Û amadebûyan bal kişandin ser giringiya bihêzkirina Artêşa Niştimanî di hundirê Wezareta Berevaniyê de, ji bo mukumkirina ewlehî û aramiyê û rêgirtina li zêdegaviyan. Û gengeşe li ser rêyên kar ji bo xurtkirina nûnertiya tevaya hêzên şoreşgerî û sivîl di Hevbendiya Niştimanî de, di riya laşekî rêxistinkirî re, da ku beşdariyeke kartêker a her kesê xwedî karîn hebe, ji bo armanc û daxwazên gelê Sûriyê yên ku ji bo wan serî hildaye pêk werin, hat kirin. Û tekez kir ku wê ev qonax li gor prensîba hevbeşiya rasteqîn be.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra, plana karê Hevbendiya Niştimanî di qonaxa bê de, ya ku têde giringiyê dide du babetan berçav kir, ya yekem kar li ser piştgiriya baskê danûstandinê yê hêzên şoreş û rikberiya sûriyê ye, yê ku Desteya Danûstandinê ya Sûrî nûnertiya wî dike, di riya xurtkirina şiyanên deverên rizgarkirî û pêşdebirina wan, û xurtkirina peywendiyan li gel dewletên dost û birayên gelê Sûriyê, ji bo bilindkirina asta guhdana dosya Sûrî di nav pêşindeyên navdewletî de.

Û got ku babeta duyem giringîdana dabînkirina alîkariya pêwîst ji Hikûmeta Sûrî ya Demkî re ye, da ku bikaribe ketwarê deverên rizgarkirî di warê aborî, perwerdeyê de çak bike, û berfirehkirina çarçoveya beşdariyê li gel sazî û çalakvanên sivîl û şoreşgerî û yekkirina karînên wan ji bo çakkirina ketwarê jiyanê li ser asta perwerde, tenduristî, ewlehî û xizmetguzariyan, û pêşkêşkirina nimûneyeke zindî ji Sûriya paşerojê ya ku her kes pê dirame re.

Û Serokê Desteya Danûstandinê a Sûrî Bedir Cemûs, li ser giringiya karê hevbeş ji bo xizmeta gelê Sûriyê yê ku ji bo avakirina Sûriya paşerojê bo gelê Sûriyê yê hertiştê giranbuha kirin qurbanî, û tekez kir ku Desteya Danûstandinê destkefteke siyasî ye ji şoreşa Sûriyê re.

Ji aliyê xwe ve Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrihman Mustefa, li ser rola ku Hikûmet û saziyên wê ji bo dabînkirina xizmetguzariyan de pê radibe, ji bo dabînkirina xizmetguzariyan li gor karînên ku hene, bi taybetî di çarçoveya ewlehiya xwarinê de, û di pêkanîna ewlehî û aramiyê de, tevî kêmbûna şiyanên ku li ber destê Hikûmetê hene, û li ser giringiya Artêşa Niştimanî axivî, û di wê derbarê de wezîrê Berevaniyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Hesen Hemade, behsa karê Wezareta Berevaniyê û hewlên wê ji bo temamkirina Kolîja Leşkerî, ya  texmîn kiriye ku ew dê piştî du heyvan be kir, û şiroveyek li ser pirogramên rahênana leşkerî û avakirina yekîneyên hêzên taybet û  berdewamkirina xebatên li ser rewşa rêxistinî pêşkêş kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Çalakiyên SivîlDeverên Rizgarkirî
Share13TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Hevbendiya Niştimanî: Kiryarên Desthilatên Libnanî Dermafê Penaberên Sûrî Cihê Şermê ne û Ne li Gora Biratiya Herdû Gelan e

Hevbendiya Niştimanî: Kiryarên Desthilatên Libnanî Dermafê Penaberên Sûrî Cihê Şermê ne û Ne li Gora Biratiya Herdû Gelan e

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.