Serokê Hevbendiya Niştimanî, Salim Elmislit, li gel nûnerin di ber Komîteya Navendî û hêzên şoreşgerî li Horanê bi amadebûya Endamê Desteya Siyasî Mihemed Qedah û Endamê Desteya Giştî Basil Ginêm civiya.
Û nûnerên di ber Komîteya Navendî ya Deraa di riya odeyeke tilfizyonî girtî re rewşa meydanî û mirovahî li Deraa ji amadebûyan re berçav kirin, û gotin ku dorpêçkirina tawanî dermafê Deraa Elbeled kete roja 59an li gel berdewamiya bombebaranê ji aliyê hêzên rijêma tawanbar û milîsên Îranî yên terrorist ve.
Û nûnerên Horanê diyar kirin ku hêzên tabûra çaremîn û milîsên Îranî sê mizgeft di demên dawîn de armanc kirin, ew jî di hundir siyaseteke rêbazkirî ku mizgeft û cihên olperestî armanc dike.
Û hêzên şoreşgerî li Deraa rewşa mirovahî yaku gihştiye asteke metirsîdar di warê kêmbûna ava vexwarinê û tunebûna keresteyên bijîşkî û xwarinê eşkere kirin, li gel tunebûna çi xalên bijîşkî daku rewşa tenduristî ya dorpêçkiriyan bişopîne.
Û Komîteya Navendî rewşa danûstandinê li gel amûrên ewlekariyê yên rijêma tawanbar û retkirina çi dariştinên lihevhatinê ji aliyê rijêmê ve û rijdiya rijêmê li ser tawan û xwînrijandin û koçberkirinê berçav kir.
Ji aliyê xwe ve Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku Hevbendî bi Desteya xwe ya Siyasî ve herdem bo şopandina rewşa Deraa û şopandina tevgerên diplomasî li gel dewletên çalak dicive, daku dorpêçkirinê hilîne û gurkirina leşkerî li ser Reraa rawestîne.
Û Elmislit ji amadebûyan re şiroveyek li ser hevdîtinên xwe li gel Wezareta Derve ya Emrîkî û rayedarin ji Hikûmeta Tirkiyê daku bighînin rêşûnên lezgîn bo rizgariya Deraa Elbeled û hilanîna dorpêçkirinê ji ser xelkê wê pêşkêş kir, her weha rawestandina ejendeyên Îranî li bakurê Sûriyê.
Û Elmislit daxwaza rolekî erebî û hirêmî çalak ji bo tevgerekê dijî pirojeya Îranî li Sûriyê û dijî ejendeyên Îranî yên nedurist li bakurê Sûriyê kir, û Elmislit bal kişand ser ku rijêm di serhişkiyê de berdewam e û li ser dorpêçkirin û armanckirina sivîlan li Deraa rijde, daku wan ejendeyên Îranî cîbicî bike, her weha armancên rijêmê di pêkanîna koçberkirin û guhartina demografî li deverê.
Û Elmislit ji civaka navdewletî xwest ku di helwestê xwe yên sist de derbarê tawanên rijêmê û sponserên wê berdewam neke, û tevgerê bo piştgiriya siyasî rasteqîn li Sûriyê bike, û piştgiriya avakirina mîkanîzmên navdewletî bo sizakirina tawanbarên cengê bike, û di pêşî de sizakirina Srokê rijêma tawanbar.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî