Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civînek ji dûrve li gel Ofîsa Karûbarê Birîndar û Windayan lidar xist, û pêre karê ofîsê û girîngiya wê di belgekirina hejmara windayan û alîkariya gihîştina cihên wan gengeşe kir.
Û di civînê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û Cîgira Serok, Ruba Hebş û Endamê Desteya Siyasî, Yasir Elferhan, û Endamê Desteya Giştî, Ednan Rehmon amade bûn.
Her weha di civînê de Hizeyfe Elhemod Rêvebirê Giştî yê Karûbarê Birîndar û Windayan û Endamên Ofîsê Elai Elfinîx, Mehmod Elibrahîm, Niha Qircî, Sefai Qircî, Cemal Colaq û Mecid Elxetîb amade bûn.
Û endamên ofîsê şiroveyek li ser karê di ofîsê de dibe, û mîkanîzmên belgekirina birîndar û windayan û miriyên nasnama wan nediyar pêşkêş kirin, her weha mîkanîzma hevrêzkariyê li gel pizîşkiya dadwerî.
Û li ser karên ofîsê bi hevrêzî û hevkariya li gel saziyên sivîl yên çalak li deverên rizgarkirî, wek berevaniya sivîl û polîs axivîn, û diyar kirin ku wan karibû 80 hezar kes ji destpêka damezrandina ofîsê de di sala 2012yan de belge bikira.
Û Diktor Nesir Elherîrî pesnê karê Ofîsa Karûbarê Birîndar û Windayan û karê pê radibe da, û rapora dawîn yaku ji aliyê ofîsê ve derketiye û têde serjmariya kesên ji nişkava winda bûna di heyva tebaxa borî de temaşe kir.
Û Elherîrî endamên ofîsê han dan ser kar û hevkariya li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî bi tevaya wezaret û rêvebiriyê wê ve.
Û Ednan Rehmon amadebûna xwe ji hevrêziya karê di navbera Ofîsa Karûbarê Birîndar û û Windayan û Hikûmeta Sûrî ya Demkî de anî ziman, û Yasir Elferhan pêşniyara lidarxistina civîneke hevrêzkarîyê pêşkêş kir, ji bo lidarxistina kargeheke hevbeş daku agahiyan bi awayekî tam kom bike, û bighîne komîteyên lêpirsîna navdewletî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî