Hevbendiya Niştimanî ya Sûrê civînek li gel Platforma Komeleyên Sûrî li Tirkiyê li dar xist, û behsa rewşa Sûriyan û kûrkirina hevkarî û hevrêziyan ji bo çakkirina ketwarê sûriyên li Tirkiyê û deverên rizgarkirî dijîn kirin.
Û di civîna ku di çarçoveya xebatên Hevbendiyê ye ji bo zêdekirina pêwendîyê li gel saziyên civaka sivîl bi armanca pêşkêşkirina hîn bêhtir xizmetkariyan bo sûriyan, ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve di civînê de xanim Kîfah Murad û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mihemed Yehya Mektebî amade bûn, û ji hêla Menbera Komeleyan ve Seroka Encûmena Rêvebiriyê Ayîşe Eldibis û Serokê Komîteya Têkliyên Erebî Ratib Eldibis û Endamê Ofîsa Têklitên Erebî, Silêman Elselame, amade bûn.
Û amadebûyan danîna mîkanîzmên karê hevbeş di navbera Hevbendiya Niştimanî û Platforma Komeleyan de gengeşe kir, wek pevguhertina pisporiyan û parvekirina agahiyan, û Platforma Komeleyan ji 42 saziyên sûrî yên sivîl ên di warê hawarçûn û karê mirovahî û piştgirya beşên civatê yên bêhtir ziyan dîne û bêhtir hewcedar in kar dikin pêk tê.
Û amadebûyan giringî dan pêwîstiya guftûgoyan li ser pêşniyar an biryarên Tirkiyê yên girêdayî Sûriyan an yên bandorê li wan dikin.
Û amadebûyan rewşa debara jiyanê ya dijwar li deverên rizgarkirî gengeşe kir, û hejmarek ji pêşniyariyên hevkariyê ji bo pêşkêşkirina hîn bêhtir xizmetkariyan bo nişteciyên li deverê danîn. Û tekezî li ser giringiya karê li ser avakirina dezgehan li şûna saziyên rijêmê kirin, û cextî li ser girîngiya karê saziyên civaka sivîl û rola wan ya mezin di pêşeroja Sûriyê de kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Nesir Elherîrî û Cîgira Serok Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf başdarî di civînê de kirin, û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser pêşindebûna piştgiriya karê saziyên sivîl yên girêdayî pêdviyên Sûriyan û xizmetkirina wan axivî, û got ku Hevbendiya Niştimanî vê doseyê di riya dezgehên cîbicîkar û di serî de Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê re dide û distîne.
Û Elherîrî bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî dixebite daku jîngeheke pêwendiyan ya berfireh li gel saziyên civaka sivîl bibîne, ji bo ku karibe baştirîn xizmetkariyan pêşkêş bike, û bi awayekî çak bi erkê xwe rabe.
Û eşkere kir ku roleke siyasî ya girîng ya civaka sivîl heye, û cext kir ku Hevbendiya Niştimanî giringiyê dide beşdariya saziyên civaka sivîl di pirosesa siyasî de bi rengekî berfireh.
Û got ku dê roleke mezin a civaka sivîl di qonaxa dahatî de hebe, daku beşek ji dariştina raya giştî be, û bandorê li yên biryarê çêdikin bike, ji ber ku di dema rijêma Esed de saziyên civaka sivîl ji kar hatibûn bidûrxistin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî