Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek ji dûrve li gel saziyên ku li ser bicîkirin û niştecîkirina derbider û koçberan li bakurê Sûriyê dixebitn lidar xist, û bi wan re rewşa kampên bêserûber û pêwîstiya dîtina çareyeke berdewam ji vegera xelkê bo deverên xwe yên resen re gengeşe kir.
Û di civatê de Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û Cîgira Serok Ruba Hebûş û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û Hevrêzkarê Karûbarê Penaberan Ednan Rehmon û Hevrêzkarê Ofîsa Saziyan D. Zuhêr Mihemed û Endama Ofîsa Saziyan Kîfah Murad û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Yehya Mektebî û endamê Desteya Giştî Fîras Elmisrî amade bûn.
Û amadebûyan behsa pirsgirêkên bingehîn ên ku kesên di kampan de dijîn di warên tenduristî û hînkirin û ewlehiya xwarinê de dibînin berçav kirin, û Elmislit li ser rola Hevbendiya Niştimanî û amadebaşiya wê bo pêşkêşkirina rêxweşkirinê daku zemînên têne xwestin bo saziyên ku dixwazin pirojeyên niştecîbûnê ava bikin axivî, her weha hêsankirina derbasbûna endamên saziyan daku li deverên bakurê Sûriyê bi rola xwe rabin.
Û amadebûyan pêwîstiya rêxistinkirin û hevrêzkirina têkliyan di navbera saziyên Sûrî û Hevbendiya Niştimanî de û destnîşankirin û dabeşkirina rolan di helmetên piştgiriyê de û hevrêzkariya xebatên hevbeş bo pêkanîna berjewendiya koçber û derbiderên Sûrî gengeşe kirin.
Û civat bi komek temînî derket, û di serî de pilanên stratîcîk ên demdirêj ji bo derbider û koçberan û dabeşkirina rolan di navbera kesên çalak de, û karê veguhestina tevaya nişteciyên kampan bo yekîneyên niştecîbûnê yên demkî, û destpêşxeriyê ji bo rêkûpêkirina bajar û gundên bêseruber li bakurê Sûriyê bikin.
Û amadebûyan temînî bo nexşekirina hejmarek ji workşopên dema dahatî bo danîna pilaneke stratîcîk di kartên hînkirin û tenduristiyê û yên dîtir de kirin, û belavkirina rolan daku berjewendiya sûriyan bicî bibe.
Û amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya belavkirina karan li gor pisporiyan kirin, û beşdaran bal kişandin ser rola giring a Komeleya Endazyaran di danîna pîvanên karê endazyarî û nirxandina raporên pirojeyan de, û tekezî li ser rola Komeleyê di danîna pilaneke nû de bo bajaran kirin, daku belavkirina avakirina gund û bajaran dûrî bêserûberiyê be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî