Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra û endamên Desteya Siyasî û ya Giştî, li bajarê Serê Kaniyê li gundewarê parêzgeha Hesekê, bi serkirdeyên polîsên leşkerî re civînek li dar xistin, û bi wan re rewşa ewlehîya bajêr gotûbêj kirin.
Û Şanda Hevbendiyê ji endamên Desteya Siyasî Ebdulehed Istêfo, Ebdulbasit Ebdulletîf û Mihemed Elî Îsa û Endamê Hevbendiyê Hisên Elre’ad her wiha Wezîrê Çandiniyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Hayil Elkeleş pêk dihat.
Û amadebûyan giringî dan pêwîstiya baştirkirina rewşa ewlehî û rola polîsên leşkerî di dabînkirina ewlehî û aramiya bajêr de.
Û Elbehra tekezî li ser pêwîstiya dabînkirina pêdviyên nişteciyan û daxwaziyên wan, tevî şiyanên kêm jî, û karê bi şêweyekî cidî ji bo vegerandina mafên kesên ku mafên wan hatine xwarin kir.
Û Efserên polîsên leşkerî, behsa cureyên giliyên pêşkêş bûne û vekolîn li ser têne kirin axivîn, û tekezî li ser pêwîstiya hevkariya di navbera hemû saziyan de ji bo baştirkirina ketwarê bajêr û kontrolkirina ewlehiyê û pêkanîna aramiyê têde kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî