Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civînek li gel Tîmê Pirograma Emrîkî bo piştgiriya Sûriyê di Wezareta Derve ya Emrîkî (Start) re lidar xist.
Û di civînê de Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Ruba Heboş û Hevrêzkarê Têkliyên Derve Ebdulehed Istêfo û Endamê Desteya Siyasî Bedir Camos û Hevrêzkarê Tîma Şopandina Yasaya Qeyser di Hevbendiya Niştimanî de Ebdulmrjîd Berekat amade bûn, û ji aliyê Emrîkî ve Rêvebirê Pirogramê, Tîr Filîn û hejmarek ji berpisyarên siyasî yên pirogram amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî di riya odeyeke telfizyonî ya girtî re di civînê de beşdar bû, ji ber ku piştî pêşveçûnên meydanî yên li vê dawiyê rûdane, Serokê Hevbendiyê serdana deverên rizgarkirî dike, di serî de yên piştî armanckirina baregeha Artêşa Niştimanî ji aliyê balefirên Rûsî ve, û dubarekirina binpêkirinan dermafê rêkeftina kêmkirina şer yaku di adara bûrî de li Sotşî hatiye îmzekirin, her weha pirbûna hejmara pêketiyên vîrosa korona di dema rewşa mirovahî ya pir dijwar de li kampên derbider û koçberan.
Û Elherîrî cextî li ser pêwîstiya standina Emerîka û Tirkiyê bi taybetî û civaka navdewletî bi giştî ji helwesteke eşkere re derbarê gurkirina leşkerî ya dawîn li parêzgeha Idlibê kir, û nemaze li gel rûdana piroseseke leşkerî ya nû yaku gefê li jiyana bêhtir ji çar milyon sivîl dixwe.
Û tekezî li ser pêwîstiya pêşkêşkirina alîkariyên lezgîn û girîng bo deverên rizgarkirî di dema belavbûna bilez ya vîrosa korona kir, û daxwaza pêşkêşkirina alîkariyên sereke ji nişteciyên kampa Elrukban ya nêzî sînorê Urdunê kir, yên ku derdeseriya dorpêçkirineka tam ji aliyê rijêmê dikşînin, ji ber ku nahêle alîkariyên navnetewî derbasî kampê bibin.
Û bal kişand ser ku pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî û yên hewarçûnê hewcedarî xebatê ye ne tenê bi derxistina daxwiyaniyan e.
Û Ebdulmejîd Berekat şiroveyek kurt li ser encamên lîsteyên ji aliyê yasaya qeyser derktine û rêyên ku rijêma Esed bo qaçaxiyê û reva ji wan sizayan di riya pirosesên hîlebazî yên mezin re pêşkêş kir, û got ku rijêma Esed xwe sipartiye aboriyeke parel li Libnanê di riya milîsên Hizbullah ya terrorist re di pirosesên qaçaxiya keresteyên hişbir û çekan.
Û D. Bedir Camos şiroveyek bilez li ser tiştê di pêwendiya telîfonî yaku di navbera Serokê Desteya Danûstandinên Sûrî, Enes Elebde li gel nûnerê taybet bo Sûriyê Jere Pederson çêbûye piştî serdana wî bo şamê, pêşkêş kir, û diyar kir ku heye gera çaremîn ya karên Komîteya Destûrî ya Sûrî di heyva dahatî de lidar bikeve.
Û ji hêla xwe ve aliyê Emrîkî sersaxiya Hevbendiya Niştimanî û xwediyên şehîdên di bombebarana vê dawiyê de ji aliyê balefurên Rûsî li ser baregeha Artêşa Niştimanî li gundewarê Idlibê pêşkêş kir, û tekezî li ser redkirina welatê xwe ya tam ji vê gurkirina leşkerî ya metirsîdar re kir.
Û careke din tekeziya berdewamiya Emrîka di kar û hevrêziya hevbeş li gel Hevbendiya Niştimanî nû kir, ji ber ku yek ji girîngtirîn hevparên wê ne.
Û aliyê Emrîkî bal kişand ser ku Waşinton dê di siyaseta xwe ya derve li Sûriyê heman pêşindeyên xwe biparêze, wek berdewamiya şerê li hember rêxistina Daişê û têkbirina wê û qewtandina Îranê û hêz û milîsên wê ji Sûriyê û gihîştina çareya siyasî ya rasteqîn li gorî biryara navdewletî 2254 ji bo pêkanîna aramî û aştiya domdar li Sûriyê.
Û şanda Emrîkî şirovetek li ser pêşketinên diyaloga Kurdî- Kurdî û sedemên lidaexistina wê di nîsana borî de pêşkêş kir, û bal kişand ser ku Emrîka guhdar e ku zanyariyan bighîne hevalbendên xwe, nemaze Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Tirkiyê derbarê pêşketinên vê diyalogê, û tekez kir ku ev diyalog wek nimûneya diyalogên li bakurê Sûriyê ye bi beşdariya tevaya pêkhatên deverê daku hîn bêhtir fişarê bidin ser rêjêma Esed.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî