Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf û şanda desteya siyasî îro roja înê li Stembolê ligel balyoz Omêt Yilşan civiyan, sikirtêrê giştî yê wezareta derve ya Tirkiyê û balyoz Yordakol cîgirê rêveberê giştî yê xeleka Rojhilata navîn û bakurê Afrîqa.
Sêf tekez kir ku her qonaxeke veguhêz bê hebûna serkirdayetiyek xudan bawerî û pabend bi armancên şoreşê sernakeve, û got ku “nabe ew kesê ku bi destê wî biryar hatine standin bi kuştina milyon şehîdî û koçberkirina zêdetir ji nîveka gelê Sûriyê û zîndankirina bi sedhezaran bête qebûlkirin di qonaxa veguhêz de “, û her ji ber vê yekê cext kir ku ” nabe Esed û kesên li dora wî bibin beşek ji her çareseriyekê re”.
Hadî Elbehra berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku di hevdîtinê de dumahîk pêşdeçûnên siyasî hatin gengeşekirin, nemaze mijara Cinêv “ku heta niha têde hîç piroseyek ya danustandinan ya rijd û rasterast encam nedaye, ku hêjî xuya dibe ku danustandin wê bimînin di çarçovê hevpeyvîn û rawêjkariyan ji aliyekî ve di navbera Opozisyonê û NY de û ji aliyekî din ve di navbera Rijêmê û NY de”, û cext li ser giringiya zêdekirina bizavên navdewletî ji bo dabînkirina pêşketineke diyar di piroseya siyasî de kir “.
Elbehra yê ku di hevdîtinê de amade bû bal kişand ser giringiya pabendiya hemû aliyên beşdar di kongirê Astana de bi sozên xwe ji bo pêkanîna kêmkirina şer û tundutîjiyê û gihandina alîkariyên mirovî bo wan navçeyan, û amaje bi rola Tirkiyê ya erênî û bi bizavên wê kir yên ji bo serxistina rêkeftinekê ya ji bo ” yekkirina lêveger û mêkanîzman, û pêkanîna rêşûnên dirustkirina baweriyê bi awayê bikeve di rajedariya pêşketina pêvajoya siyasî ya Cinêvê de”.
Elbehra piştgiriya Hevbendiya Niştimanî ji bo bizavên Tirkiyê yên ji bo pêkanîna rêkeftinekê li bakurê Sûriyê û dîtina çareseriyên berdest bo parastina sivîlan li Idlibê û li navçeyên din tekez kir, ku têde gihandina alîkariyan bo sivîlan bête misoger kirin, û cext kir ku berjwendiya sereke ya xelkê Sûriyê di têkbirina terorê û tundrewiyê de ye, û piştgiriya xwe ya mikum lige hikûmet û gelê Tirkiyê û ligel bizavên Tirkiyê ji bo jinavbirina terorê anî ziman.
Elbehra diyar kir ku şanda Hevbendiya Niştimanî lênêrîna xwe ji şanda Tirkiyê re xuya kir derbarê bizavên Opozisyonê, ku ew lênêrîn wê bête pêşkêşkirin di kongirê Opozisyonê de yê çaverê kirî li heyva çiriya pêşîn li paytexta Erebistana Si’ûdî bête lidar xistin, ji bo bihêzkirina pêgeha xwe û nirxandina qonaxa bûrî, û standina biryarên pêwîst bi armanca bilindkirina asta desteya bilind ya danustandinan û bihêzkirina pêgeha xwe di fayilê danustandinkariyê de.
Elbehra dît ku ev yek wê bête fakter bo pêkanîna daxwaz û armancên gelê Sûriyê bi rêka encamdana veguhestineke siyasî ya ji kok û giştgîr û mafên xelkê li wan vegere, û pêkanîna veguhestinekê ber bi sîstemeke siyasî û sivîl û demkorat û firealî dibin sîbera yeksaniyê û serweriya yasayê de, û pêkanîna piransîpê hemwelatiya yeksan di maf û erkan de, ku Hevbendiya Niştimanî û desteya bilind ya danustandinan hewla pêkanîna vê yekê dikin ligor xalên hevbeş yên opozisyonê yên di belgenameya Riyad de.
Serokê Hevbendiyê tekezî li ser giringiya hemahengiya herdemî û berdewam ligel milet û rêberiya Tirkiyê kir, û tekezî li ser berdewamiya Tirkiyê li ser piştgiriya daxwaz û armancên gelê Sûriyê û berdewamiya piştgiriya siyasî di sercem biyavan de ji bo Hevbendiya Niştimanî kir. Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî