Şandê Hevbendiya Niştimanî yê ku niha li Emrîka li gel hejmarek ji xelkê yek ji kampên koçberan li devera Ezazê bakurê Helebê ji dûrve civiya, û Şandê Hevbendiyê pêwendî bi wan re kir, daku dengê wan bighîne civatên ku li Netewên Yekbûyî lidar dikevin.
Û hevdîtin di riya odeyeke telfizyonî re li gel hejmarek ji derbider û koçberên kampan û girtiyên berê yên jin û mêr û hin birîndar û xwediyên moralên bilind û dayîkên pakrewan û windayan lidar ket.
Û Şandê Hevbendiyê ji Serokê Hevbendiyê, Salim Elmislit û Serokê Desteya Danûstandinê, Enes Elebde û Cîgirên Serok, Ebdilehed Istêfo û Ebdilhekîm Beşar û Ruba Hebûş û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û Endamê Desteya Siyasî, Bedir Camos û Nûnerê Hevbendiyê li Washington Quteybe Idlibî û Endama Desteya Danûstandinê Fedwa Elicêlî pêk dihat.
Û Serokê Hevbendiyê ji xelkê kampê re got ku em niha bi we ra pêwendiyê dikin, daku em dengê we û tevaya daxwazên we bighînin dewletên ku em bi şandên wan re di baregeha saziya Netewên Yekbûyî de dicivin, û Elmislit tekez kir ku Hevbendî giringiyeke mezin dide dosya girtiyan û ya koçberan, nemaze di dema derdeseriyên ku têre derbas dibin de.
Û Elmislit li ser hevdîtinên navdewletî yên ku Hevbendiya Niştimanî li rex civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî lidar dixe bi armanca avakirina mîkanîzmin navdewletî yên nû û cihê pabendiyê yên ku veguhestina siyasî li Sûriyê misoger bikin û gelê Sûrî ji rijêma tawanbar rizgar bikin axivî, û ew tê wateya çareserkirina pirsgirêka derbider û koçberan li Sûriyê.
Û xelkê kampê bal kişandin ser ku daxwazên wan yên pêşîn rizgarbûna ji vê rijêmê û vegera bo malên xwe ye, û tekezî li ser retkirina tam ji vegera bin desthilata rijêmê û milîsên mezhebî yên ku ew ji malên wan koçber kirine kirin.
Û xelkê kampê daxwaza piştgiriya karta fêrkirin û tenduristiyê li deverên rizgarkirî kirin, û diyar kirin ku ew bandore li çarenûsa zarokê wan dike, ji ber ku zarok omîda Sûriya nû û pêşeroja wê ne, û ji dewletên mezin daxwaza bideranîna girtiyan ji zîndanên rijêmê kirin, û ku çarenûsa bi hezarên ji binçavkiriyên kotekî yên di şaxên ewlekarê yên rijêmê de ne diyar bibe, û yek ji jinên ku ji zîndanên rijêmê rizgar bûne li ser dijwariyên mezin yên ku tevaya girtî rastî wan tên axivî, û tekez kir ku doseya girtiyan ji giringtirîn doseyên ku divê kar li ser bibe ye, daku derdeseriyên wan bidawî bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî