Şanda Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê di gera xwe ya Ewropî de bo komkirina piştgiriyê bo miletê Sûriyê bi şandeke astbilind a wezareta derve ya Îtalî li Romayê civiya, şande ji Loka Gorî birêveberê beşê rojhilata navîn ya wezareta derve ya Îtalî û Pawlo Diyonîsî şandyarê Îtalî yê taybet bo Sûriyê pêk hat.
Herdu aliyan rewşa mirovî ya aloz a sivîlên sûriyê têde ne û bi taybetî li Idlibê bi sedema binpêkirinên rêjîma Esed û Rûsya ji nîsana bûrî ve gotûbêj kirin.
Serokê Hevbendiyê Enes Elebde tekezî li ser giringiya ko Îtalya û hemû dewletên hevalên miletê Sûrî kar bikin bo operasiyonên bombebaranê dijî sivîl, dibistan û bazaran rawestînin kir, û destnîşan kir ko ji civaka navdewletî û dewletên kartêker tê xwestin pêrabûnên piraktîkî bikin li gora berpirsiyariya li ser milê wan bo sivîlan biparêzin.
Dibîne ko sedemên kêşa penaberan berdewambûna pêkanîna tawanan e ji hêla rêjîma Esed ve dijî sivîlan bi kuştin û wêrankirin û girtinê, û hişyarî da ko eger operasiyonên bombebaranê ranewestin dê pêleke din ji koçberiyê çêbibe, û divê alîkariyên bilez ji derbideran re bêne pêşkêşkirin û zemîneke guncaw ji bo vegera wan amade bibe.
Û got ku berdewambûna rêjîmê û hevalbendên wê di piştguhkirina cîbicîkirina biryarên navdewletî û beraber wê li ser çareserkirina leşkerî sûr in, dê qeyrana mirovî li Sûriyê bo demeke dirêjtir berdewam bike, û bal kêşand ser giringiya veger li pirosesa siyasî bo bigehên çareseriyeke siyasî li gora biryarên navdewletî û ya sereke daxuyaniya Cinêv û biryara 2254.
Ji hêleke din ve berpirsiyarên wezareta derve ya Îtalî tekezî li ser giringiya aktîvkirina pirosesa siyasî û civîna hemû aliyan li dora maseya danûstandinê kir.
Û gotin ku giring e pêngavin dirist bo mijara baweriyê bên avêtin, û şanda Hevbendiya Niştimanî bal kêşand ser ko gerek pêşkeftin di dosya girtiyan de çêbibe, û zemîneke hêmin û bêlayen bo vegereke a penaberan ji ber xwe ve çêbibe.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştiman