Serokê Hevbendiya Niştimabnî, D. Nesir Elherîrî, nameyek aresteyî Wezîrê Karûbarê Derve yê Mexribê , yê ku di heman demê de wezîrê Hevkariya Efrîkî û karûbarên Mexribîyên li Derveyî Mexirbê Niştecî bûne ye, Nasir Borête, bi armanca xurtkirina rola welatê wî di pirosesa siyasî li Sûriyê kir, daku Komkara Erebî li ser dîtina çareya siyasî li Sûriyê kar bike.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser rola girîng ya Mexribê li devera Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîka di riya bêalîbûn û diplomasiya wê ya çalak re kir, û got ku siyaseta derve ya qiral Mihemed Elsadis li ser bingeha aramî û bêalîbûnê di kêşeyên deverê de û di piştgiriya çareserkirina nakokiyan di riya amûrên aştiyane wek danûstandinê û diyalogê ava bûye, ew jî tekeziya cihê Qiraltiya Mexribê wek penageha aşitiyê li seranserî deverê dike.
Û bal kişand ser xebatên navgînîyê ji bo pêkanîna aştiyê ya Hikûmeta Mexribê pê radibe, ku ew dê asoyên nû ji aramîya siyasî û aborî ya domdar re veke, û karibe derdeseriyên gelên deverê sivik bike, û aştî û ewlehiya navxwe û ya herêmî xurt bike.
Û Elherîrî di nameya xwe de got ku”şarezeya welatê we ya diplomatîk û siyaseta derve ya çalak hişt ku Qiraltiya Mexribê li ser asta herêmî çalak be, û cihê rêzdariyeke balkêş û baweriyeke mezin ji aliyê civaka navdewletî be, û xwedana xebatên başiya asteke herî bilind de be”.
Û Elherîrî bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî çavenêrê roleke çalak û bibandor e li sûriyê ji aliyê Qiralê Mexribê Mihemed Elsadês û Hikûmeta Qiraltiyê, di riya pêşdebirina rola erebî bi armanca lezkirnê dîtina çareya siyasî li sûriyê, daku berjewendî û daxwazên gelê Sûriyê pêk bîne, û aramiyê li seranserê deverê vegerîne.
Û berdewam kir û got ku “em bi we re di heman baweriyan de hevbeş in, ku çareya siyasî ya bi temamî ew misogeriya yekta ye, bo rawestandina derdeseriyên gelê me, û pêkanîna aşitî û ewlehiya domdar ya navxweyî û herêmî û navdewletî”.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî sipasiya xwe ji Qiraltiya Mexribê re li ser helwestên wê yên rûmetdar nû kir, her weha li ser rola wê ya pêşeng di Komkara Dewletên Erebî û Rêxistina Hevkariya Îslamî û Netewên Yekbûyî ji destpêka şoreşa Sûriyê de.
Û cext kir ku Qiraltiya Mexribê ji destpêkê de li ser danîna sînorekî ji tiracîdiya mirovahî ya Sûrî re xebat kir, da alîkariya gelê Sûrî bike, û ewlehî û aramiyê vegerîne, û pêşeroja welêt ava bibe, û serwerî û yakîtiya xaka welêt biparêze, daku Sûriyê nemîne cihekî taybet ji rêxistinên terorîst re, di riya cîbicîkirina bi temamî ji biryarên navnetewî yên pêve girêdayî re, û nemaze biryara 2254 û daxuyaniya Cinêvê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî