Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî du name ji hev cuda arasteyî Serokê Civata Giştî yê Netewên Yekbûyî, Balyoz Volkan Bozker, û Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Antonio Guterres, û Nûnerên Dewletên Endam di Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî de kirin, her weha bo Serokê Encûmena Ewlekariyê yê Navdewletî, Vasily Alekseevich Nebenzia, û Nûnerên Dewletên Endam di Encûmena Ewlekariyê de, derbarê teqîna terorî yaku bajarê Albab ya gundewarê Heleb armanc kirîye.
Û Elherîrî bal kişand ser teqîna terrorist ya di roja sêşemê di 6 çiriya pêşîn 2020 li bajarê Elbab bûye, û têde 19 kesî ji xelkê bajêr di nav de jin û zarok hebûn canê xwe jidest dan, û nêzêkî 118 kesî bêhtirê wan jin û zarok bûn hatin birîndar kirin, û teqînê metirsiyek di navbera sivîlên bajêr de çêkir, û ziyan gihande avahî û malûmilkên xelkê.
Û Elherîrî eşkere kir ku Zanyariyên pêşîn diyar dikin ku destê rêxistina PKK ya terrorist û milîsên PYD di êrîşa terorî ya bajarê Elbab de heye, û got “ev zanyariyên bedrest bûyerên berê yên bi delîl ji pilan û peredan û cîbicîkirin tekez dike”, ku ev piroses ji aliyê van rêxistinên terorî ve pêk tên.
Û got ku rêxistina PKK ya terrorist bi awayekî pispor û bi rengekî rêbazkirî û domdar dixebite, û sivîlan li deverên rizgarkirî armanc dike, û karên ji bo avakirina aramî û aştiyê li deverê jikardiêxe, û ji karên hevbeş bo cîbicîkirina pîvanên serweriya yasayê û xurtkirina mafên mirovan de dibe asteng.
Û Elherîrî daxwaza tomarkirina nameyê di nav belgeyên Civata Giştî û Encûmena Ewlekariyê de û belav ku bibe kir, û xwest pirosesa terorî ya dawîn li bajarê Elbab û bi sedan pirosesên dîtir yên deverên rigarkirî armancdikin şermezar bikin.
Û daxwaza xurtkirina şiyanên Hevbendiya Niştimanî kir, daku saziyên Hevbendiyê li deverên têne armanckirin nehêle karên terorî bibin û li hemberê rawestin, her weha piştgiriya Hevbendiya Niştimanî ji bo cîbicîkirina sitratîciya cîhanî ya Netewên Yekbûyî di rûbirûbûna terorê de bikin.
Û han da ser hevkariya navdewletî di warê agahî û leşkerî û locistî de, daku şerê rêxistina PKK ya terrorist û Daiş û Qaîde û rêxistinên terorî yên dîtir û bi wan ve girêdayî bike.
Û cextî li ser pêwîstiya rawestandina piştgiriya ji milîsên PYD re yên di bin desthilatdariya PKKe ya terrorist de dixebitin têt pêşkêş kirin kir, ji ber ku wê piştgiriyê di pirosesên terorî de bikar tîne, û di pêkanîna tewnên cengê û tewanên dijî mirovahiyê dermavê gelê Sûrî pêk tîne.
Û daxwaza rêşûnên pêwîst bo dandina mafên qurbanên pirosesên terorî yên hatine ziman kir, her weha daxwaza sizakirina kesên tevlî wan pirosesên terorî bûne kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî