Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Salim Elmislit, nameyeke pîrozbahiyê arasteyî Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî, Mîr Feysel kurê Ferhan kurê Ebdellah al Siûd bi boneya roja niştimanî ya Erebistana Siûdî kir.
Û Elmisilt hêjatirîn pîrozbahî arasteyî Xizmetkarê Elheremeyn Elşerîfeyn Qiral Selman kurê Ebdilezîz al Siûd û Mîr Mihemed kurê Selman kurê Ebdilezîz al Siûd û gelê Erebistana Siûdî yê bira bi boneya bîranîna not û yekê ya yekbûna qiraltiyê kir.
Û hêviyên xwe bo berdewamiya pêşketin û aramî û geşepêdana Qiralgehê anîn ziman, û ev Cejna Niştimanî xêr û bereketê li Erebistana Siûdî û gelê wê yê bira vegerîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî