Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, nerazîbûna xwe ji daxwiyaniya Ofîsa Netewên Yekbûyî ya Karûbarên Mirovahî, ya derbarê derbasbûna xwendekaran ji bo pêşkêşkirina ezmûnan li deverên di bin kontrola rijêmê de diyar kir.
Û Hevbendiyê got ku ziman û helwestên daxwiyaniyê nebaş û nehevseng bûn, û pispor û şopênerên sûrî matmayî hiştin.
Daxwiyaniyê diyar kir ku dezgehên navnetewî bûne berdevk û amûrên rêklamê ji zordar re, û bûne wek alavek ji alavên tewankar û di cenga xwe ya dijî gelê sûriyê de bikar tîne, û daxwiyaniyê bi rengekî yekser an ne yekser, di hemû movkên xwe de, nikarîye hinek ji şermiyê li hember xwîna bisedhezaran cangorî bîne ziman, û hevxemiya xwe bi arîşeya ku bi melyonan Sûrî têde dijîn ji ber tewanên rêjîmê bi dirêjiya salan diyar nekiriye, ew xelkên ku her tiştên xwe yên berê û niha winda kirine, û hidik maye ku pêşeroja xwe jî jidest bidin.
Û Hevbendiyê tekez kir ku heman rêjîm e ya ku bêtir ji 500 dibistanî rûxand, û bi hezaran mamoste û bi sedhezaran xwendekar koçber kirn, û bi deh-hezaran ji wan binçav kirin, û bi hezaran di bin îşkenceyê de kuştin.
Hevbendiyê dît ku daxwiyaniya ji aliyî dezgeheka qedirgiran ya girêdayî bi Netewên Yekbûyî derketiye, beşdariyê di çêkirina wêneyeke sexte bo koma çeteyan dike, koma çeteyan a ku ji Mafiya û rêxistinên terrorist yên li ser êşa Sûriyan dijîn pêk tê, û wêneyê wê koma çeteyan wek dewlet û hikûmeteke mafê mirovan diparêze diyar dike, û hindik maye xwe bike lîstevanekî sereke di rewakirina metirsîdartirîn tewankar di serdema nûjen de.
Hevbendiyê berdewam kir û got: Gelek rapor û lêpirsînan bêtirî carekê tekez kirine ku rêjîm saziyên navnetewî bi hemû şêweyan ji xwe re bikar tîne, û alîkariyên mirovahî didize ji bo piştgiriya şebîhe û hêzên ewlekarî yên pê ve girêdayî bike, û vaye ev rêxistin jî dikeve dava tewankar , û nikare helwesteke durust û hevseng di vê doza herî diyar de bide.
Û ji Ofîsa Netewên Yekbûyî ya Karûbarên Mirovahî xwest ku lêborînê ji gelê Sûriyê bixwaze, herweha ji giyanê bihezaran xwendekarên ji ber topbaranên asîmanî şehîd ketine, topbarana ku dibistan û peymangeh û zanîngeh û malên wan armanc kirine, di dema ku saziyên navdewletî tenê dilgiraniya xwe derbarê tiştên diqewimîn tanî ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî