Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pêşwaziya daxwiyaniya Girûpa Biçûk a Hevbeş derbarê Sûriyê yaku ji aliyê Wezaretên Derve yên Fransa, Almanya, Erebistana Saûdî, Urdun, Misir, Birîtaniya û Amerîka derketî kir, nemaze derbarê tekeziya daxwiyaniyê li ser çareya siyasî li ser bingeha biryara Encûmena Ewlekariyê hejmar 2254.
Û Hevbendiya Niştimanî dît ku cextiya daxwiyaniyê li ser pêwîstiya piştgiriya karê Nûnerê Netewên Yekbûyî di xebatên pêşdebirina pirosesa siyasî û karê li ser lidarxistina gera çaremîn ya civînên Komîteya Destûrî tiştekî pir girîng e.
Û Hevbendiya Niştimanî piştgiriya daxwaza komka biçûk derbarê pêwîstiya rahiştina hîn bêhtir pêngavên têkildar bi tevaya rêyên çareya siyasî li gor ku di biryara Encûmena Ewlekariyê hejmar 2254 diyar bûye yaku têde lidarxistina hukmekî tam û xwedî durustî û ne mezhebî kir.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser giringiya tiştê di daxwiyaniya komka biçûk de hatî derbarê tekaziya daxwiyaniyê li ser çêkirina hilbijartinên zelal û paqij bi serpereştiya Netewên Yekbûyî di jîngeheke ewle û bêalî de, ku derbider û penaber û tevaya xelkê Sûrî yên li welatên biyaniyê karibin bi reza xwe vegerin û beşdariyê têde bikin.
Û Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser girîngiya vê daxwiyaniyê derbarê handana civaka navdewletî li ser berdewamiya pişgiriya penaberên sûrî daku vegera wan ya ji ber xwe ve û ewle û bi rûmet û aştiyane dabîn bibe kir, her weha retkirina guhartina demografî ya bi kotekî, û tekeziya li ser pêwîstiya xurtkirina xebatên dibin bo serbestberdana girtiyan û sizakirina berpirsên wan tewanên metirsîdar kir, her weha pabendiya bi şerê li hember terorê.
Û Hevbendiya Niştimanî cextî li ser hewcedariyek mezin bi kartêkerkirina helwestên navdewletî, û dîtina mîkanîzmên cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê li ser zemînê heye, û hişyarî da ku her derengman di wê de dê rewş ê xirabtir bike û doseyê hîn bêhtir û bêhtir tevlihev bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî