Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro roja înê, nûnerên hejmarek ji partî û şepêl û komên siyasî yên Sûrî yên nûnerên wan di Hevbendiyê de hene, û yên nûnertiya wan tune ye pêşwazî kirin, bi armanca gengeşekirina reşnivîsa nerîna siyasî ya niştimanî, yaku Hevbendî karê ragihandina wê di rojên dahatî de dike.
Û Diktor Nesir Elherîrî, eşkere kir ku şoreşa Sûrî di astengiyên li ser asta navxweyî û derve re derbas dibe, û got ku ev astengî barê pêşxistina nerîna siyasî dide ser milê Hevbendiya Niştimanî, daku bi Karên nû rabe, ew karên ku di destpêka avakirina wê de jê nedihatin xwestin.
Û Elherîrî got ku ” Divê nerîna siyasî nû bibe, bi rengekî ku pirensîpên şoreşê biparêze û bi rewşa dema niha re guncayî be”, û bal kişand ku Desteya Siyasî reşnivîsek bo nerîna siyasî ya niştimanî amade kiriye, lê ew hîn nehatiye biryardan, û ew ji lêzêdekirin û guhartinan re amade ye.
Û got ku “Astengiyên hene dihêlin em li gel hev bixebitin” û bal kişand ku divê lêvegerîneke bi temamî ji saziyên şoreşê û şax û dezgehên tê de dixebitin re çêbibin, û dît ku ew karekî girîng e, û di serê lîsteya karê Hevbendiya Niştimanî de ye, ji ber ku ew nûnerê rewa yê gelê Sûriyê ye.
Û di rûniştinê de, hejmarek ji nerîn û gengeşeyan derbarê reşnivîsa nerîna siyasî ya niştimanî hebûn, û amadebûyan xalên girîng yên ku divê kar li ser wan bibe ji bo tevlîkirina wan di hundir nerîna siyasî de, tomar kirin.
Û amadebûyan hejmarek ji temînî û pêşniyariyan pêşkêş kirin, wek lidarxistina workşopekê ji bo gengeşekirina yasaya partiyan û yasaya hilbijartinan, her weha doseya tomarkirina partiyan.
Û amadebûyan daxwaza lidarxistina civînên rolane û her weha yên awarte kirin, ji bo gengeşekirina tevaya pêşhatên meydanî û siyasî, daku partîiyên nûnertiya xwe di Hevbendiya Niştimanî de tune ne, di karê siyasî yê rasteqîn de beşdar bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî