Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî li baregeha Hevbendiyê li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê, pêşwaziya hejmarek ji rayedarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî yên ji xelkê devera rojhilatê Sûriyê û hejmarek ji çalakvanên sivîl û şoreşger kir.
Û di hevdîtinê de Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Ebdulbasit Ebdilletîf û Sekretêrê Desteya Siyasî Riyad Elhesen û Endamê Desteya Siyasî Ebdellah Gedo û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li gundewarê Helebê, Ehmed Elşihadî, amade bûn.
Û Elherîrî li ser rola Hevbendiya Niştimanî di pirosesa siyasî de axivî, û tekez kir ku pirosesa veguhastina siyasî divê di rûxandina rijêmê bi hemû sembolên wê re derbas bibe, û pergalekî nû ji dewleta Sûrî re bête avakirin.
Û pesnê Artêşa Niştimanî ya Sûrî di parastina sivîlên li hundir deverên rizgarkirî û rola wan ya girîng di qewtandina rêxistinên terrorîstî û rizgarkirina deverê ji wan da.
Û xelkê devera rojhilat li ser guhnedana dîrokî bo devera wan bi dirêjiya hikumdariya malbata Esed axivîn, û daxwaza zêdekirina nûnertiya wan di Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Hevbendiya Niştimanî û saziyên şoreşê yên dîtir de kirin.
Û derdeseriyên devera rojhilat di bin desthilatiya milîsên PYD û berdewamiya sepandina leşkeriya neçar û guhartina rêbazên xwendinê û helmetên girtina kotekî û diziya samanên deverê berçav kirin.
Û xelkê devera rojhilatê Sûriyê li ser tewanên milîsên Îranî yên mezhebî dermafê xelkê deverê û hewlên sepandina ejindeyên rijêma Îranî li ser xelkê deverê , her weha li ser sedemên cudabûnê di navbera civaka Sûrî deaxivîn.
Û bal kiandin ser derdeseriyên derbider û koçberên li deverên rizgarkirî dijîn, û tekezî li giringiya beşdariya wan di rêvebirina deverên rizgarkirî de di riya encûmenên xwecihî re kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî