Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî, Enes Al-Abda, roja şemiyê êvarî, pêşwazî li endamên encûmena revenda Sûrî li Amerika kir.
Civîn ji hêla Ofîsa revendan ya Hevbendiya Niştimanî û hevrêzkarê wê Yihya Maktabi ve hat berhavkirin, bi amadebûna Dr. Zekî Lebabidiî, Dr. Suad Atasî, xanim Sozan Midîn, Dr. Zuhêr Beytar û xanim Henadî Alwan. ji aliyê Hevbendiyê Dr. Nasr Al-Harîrî, hevserokê Komîteya Destûrî ya Sûrî Hadî Al-Bahra, Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Xanim Dîma Mûsa, endamê desteya siyasî Dr. Bedir Camûs, û Kordînatorê ofisa têkiliyên derveyî Abdul Ahad Stêfo.
Pêşveçûnên dawîn yên di warê û siyasetê de hatin gogûbêjkirin, nemaze berdewamiya êrîşa ji hêla rejîma Esed û sponsorên wê li dijî sivîlan li Idlib û gundewarê wê, û hemûyan tekezî kir ku tiştê dibe tewanên şer in li gorî yasa navdewletî û yasaya mirovahî ya navnetewî.
Hemûyan rola girîng ya revandan bilind nirxand, û tekezî kirin ku ew bi rêya xebata xwe bi rolek bi bandor radibin û rastiya tiştê ku li ser axa Sûrî diqewimin vediguhêzin, û tewanên rejima Esed û sponsorên wê eşkere dikin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser berdewamikirina civînan û hevkarî û hevahengiya digel Encûmena revenda Sûrî li Amerika kir, û got ku yekkirina nerîna Sûryan li diyasporayê dê bandoreke wê ya mezin li ser bidestxistina armancên miletê Sûrî di azadî û rûmetê de hebe.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî