Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pêşwaziya şandeke Wezareta Derve ya Almaniya kir, daku pêşhatên rewşa meydanî û siyasî di dosya Sûriyê de û rewşa deverên rizgarkirî û bizavên Hikûmeta Sûrî ya Demkî di birêvebirina deverê de û baştirkirina ketwarê jiyanê têde gotûbêj bike.
Û hevdîtin ji Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilehed Istêfo û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û Endamê Desteya Siyasî Ebdellah Gedo pêk hat, û ji aliyê Almaniya ve Berpirsê dosya Sûriyê di Balyozxaneya Alamaniya de li Beyrûtê David Boddy û Martin Lorre her weha Sekreterê Yekem ê Balyozxaneya Almanya li Enqerê Alexander Kasper amade bûn.
Û Istêfo spasiya helwêstên neguhêr yên Almaniya derbarê pirsa Sûriyê kir, bi taybetî helwesta wê ya vê dawiyê li ser raporta berpirsa Netewên Yekbûyî Alina Dohan, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya kar û hevrêzkariyê kir, ji bo ku rê li pêşiya çi hewleke hilanîna sizayan ji ser rijêma Esed û biserxistina wê bigrin.
Û Istêfo amaje kir ku Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî gavên bi bandor avêtine ji bo dabînkirina aramiya rasteqîn ji nişteciyên deverên rizgarkirî re.
Û got ku divê bê liberçavdîtin ku himbizbûna nişteciyan li deverên rizgarkirî ya herî mezin e li gorî deverên Sûrî yên din, û dît ku ev yek hewcedarî hewlên mezintir e, nemaze di warê piştgirîkirina dosyayên perwerde û tenduristiyê de.
Û bal kişand ser pêwîstiya ku dibistanên Suryanî-Aşûrî li devera bakur-rojhilatê Sûriyê careke din werin vekirin, û nehêlin ku milîsên PYDe yên terorîst rêbazên taybet bi xwe ferz bikin.
Û Istêfo tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî ji bo çareseriya siyasî ya Sûrî li gor pirensîpên şoreşa Sûriyê bi awayê ku aramiyê li Sûriyê peyda bike, amade ye.
Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Desteya Siyasî Ebdulmejîd Berekat li ser pêwîstiya yekrêziya hewlên Emerîka û Ewropa di sepandina sizayan de li ser rijêma Esed û sembolên wê û nemaze kesayetên ne Sûrî yên ku piştgiriya rijêmê dikin, her weha kesayet û aliyên ku li Sûriyê piştgiriya rijêmê dikin, axivî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî