Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pêşwaziya xwe diyar kir ji pabendiya ku Hikûmeta Birîtanî daye xwiyakirin derbarê sizakirina berpirsên di ber tewanên li Sûriyê çêbûne de, yaku bi taybet balê dikşîne ser biryara veguhestina cezayên Yekîtiya Ewropa dijî rijêmê û hevparên wê, bo sîstemeke sizayan a taybet bi Birîtaniya.
Û Hevbendîya Niştimanî di daxwiyaniyeke Rojnamevanî de duh amadebûna xwe ya tam anî ziman bo hevkariya li gel Birîtaniya di riya tîmê xwe yê taybet bi şopandina cîbicîkirina sizayên Emrîkî (Qeyser) re, ta dema sizakirina tewanbaran û cîbicîkirina çareya siyasî li gorî biryarên Encûmena Ewlekariyê.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku tewanên qirkirinê û tewanên dijî mirovahiyê û binpêkirinên metirsîdar dijî mafên mirovan yên rijêmê dermafê gelê Sûrî pêkanîne, helwestin awarte ji aliyên navdewletî yên kartêker ve dixaze, bi rengekî ku sizakirina tewanbaran têde hebe, û dadweriya veguhêz di çarçoveya çareya siyasî de misoger bike.
Û Hevbendîya Niştimanî bal kişand ser ku ew rewşa mirovahî li Sûriyê li ber çav digire, û cext kir ku siza dûrî sivîlan in û fişarê didin ser rijêmê û laş û amûrên wê yên ewlehî û dezgeha wê ya leşkerî û aliyên navdewletî yên piştgiriya rijêmê di cenga dijî gelê Sûrî de dikin.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku rewşa aborî li Sûriyê dê ne bi vê xirabiyê ba ger rijêmê jêderên dDaraya welêt di cenga li ser gelê Sûrî de xerzc nekiribana, û gendeliya vê rijêmê û dizî û revandina pereyan bi qaçaxî ji aliyê çeteyên hukumdar ber bi derveyî welêt çênebûba.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî