Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit û endamê Desteya Siyasî D. Bedir Camûs, serdana bajarê Cerablusê kirin, û li çalakiyên roja duyemîn ji hilbijartina perlemanê ciwanan yê ku li seranserî deverên rizgarkirî bi sponseriya Yekîneya Piştgiriya Aramiyê li dar dikeve amade bûn.
Û Elmislit pîrozbahî bo Komîteya Damezrêner û Yekîneya Piştgiriya Aramiyê li ser sponserî û piştgiriya vê destpêşxeriyê pêşkêş kir, û tekezî li ser giringiya rola ciwanan di temamkirina rêya şoreşa Sûrî û çêkirina paşeroja wê de kir.
Tê zanîn ku çalakiyên yekemîn ji hilbijartina Perlemanê Ciwanan roja şemiya bûrî bi amadebûna nûnerên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Encumena Parêzgeha Helebê ya Azad û Sendîkaya Parêzerên Azad dest pê kir, piştî ku Komîteya Damezrêner bi amadekariyên lidarxistina hilbijartinan bi dirêjiya şeş heyvan rabû, û di wê demê de sîstema bingehîn hate nivîsandin û yasa bo hilbijartinan danîn.
Û di van hilbijartinan de derdora 1500 kesî ji tîmên xwebexş û ciwanên serbixwe û rojnemevanan û xwedî pêdviyên taybet beşdarî di hilbijartina 36 kandîdan de ji binyata 60î kirin.
Û ev qonaxa damezrênerî ye, û dirêjiya dema wê dighê şeş heyvan, û di pey re dê hilbijartinên giştî bo ciwanan çê dibin, bi armanca afrandina platformekê bo ciwanan daku nûnertiya dozên ciwanên Sûrî bi curbecur cihêrengî û nijadên wan bike.
Û Perlemanê Ciwanan kar li ser gengeşekirina dozên civakî yên giştî û berztirîn pêşketinên têkildarî ciwanan dike, û beşdariyê di karê siyasî de bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî