Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, hejmarek peyamên pîrozbahiyê arasteyî nûnerên dewletên ku vê dawiyê tevlî Encûmena Ewlekariyê bûne wek Japonya, Malta, Ekwador, Mozambîk û Swîsra kirin.
Û di peyaman de, Elmislit bi navê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û bi navê gelê Sûriyê, pîrozbahiya dewletên ku di sala 2023an de wek endamên neherdemî yên nû tevlî Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî bûne kir. Û hêviyên xwe anîn ziman ku sala nû ya 2023an, ji bo wan dewletan û seranserê cîhanê bibe sala aştî û geşepêdanê û dawiya êş û azarên mirovî li her deverê.
Û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bizavê dike ku peywendiyên hevbeş li gel dewletên vê dawiyê tevlî Encûmena Ewlekariyê bûne xurt bike, û hêvî dike ku hevkarî berdewam be bi armanca pêkanîna çareseriyeke siyasî ya giştgir li Sûriyê, ya xwestekên gelê Sûriyê pêk bîne, û alîkariya wan ji bo derbaskirina vê tengasiya dijwar û avakirina dewletekê li ser bingeha azadî û dadperweriyê û xwedan desthilateke hekîmane bike.
Û Elmislit bal kişand ser wê yekê ku ew di wê baweriyê de ye ku dewletên vê dawiyê tevlî Encûmena Ewlekariyê bûne, vê armancê bi Hevbendiya Niştimanî re parve dikin, û daxwaza pabendbûna bi piştgiriya gelê Sûriyê di xebata wî ya bo azadî û demokrasiyê de kir.
Û got ku bi riya pêşdebirina gavên cidî bi armanca gihiştina çareseriyeke siyasî li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryarên pêwendîdar yên Netewên Yekbûyî, nemaze biryarên Encûmena Ewlekariyê 2118 û 2254 û biryara 67/262 ya Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî, pêkan e pêşketinên berçav ji bo avakirina aştî û aramiyê li Sûriyê pêk werin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî