Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, germtirîn pîrozbahî pêşkêşî desthilata Tirkiyê û gelê wê kir, bi helkefta serkeftina hilbijartinên serokatiyê û yên parleman bi awayekî ku asta hişyariya gelê Tirkiyê yê bira û rêzgirtina wî ji viyana hevwelatiyan û parastina demokrasiyê re li vî welatî nîşan da.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de, pîrozbahî li Partiya Dad û Geşepêdanê û Serokomar Receb Teyib Erdogan kir, li ser serkeftina wan di hilbijartinan de û bidestxistina wan a careke din ji baweriya gelê Tirkiyê re, û hêviya serkeftinê di birêvebirina welat û berdewamkirina rêya destkeftan û geşepêdan û pêşketinê li Tirkiyeyê kir.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku gelê Sûriyê bi dilxweşiyke mezin pêvajoya demokrasiyê li Tirkyê wek dewleteke bira dişopîne, ji ber ku yek ji armancên mezin ên şoreşa Sûriyê, diyarkirina wêneya şaristanî ya Sûriyê, pêkanîna daxwazên gelê wê, çandina pransîpên demokrasiyê û dawîanîna li desthilata stemkar ya rijêma Esed e, ya ku bi dehên kirîz û bobelatan li welat peyda kirine, û kiryarên kuştin, terorkirin û komelkujî dijî gelê Sûriyê pêk anîna, ji ber daxwazkirina wî ji azadiyê re.
Û Hevbendiya Niştimanî spasiya bizav û xebatên Tirkiyê yên rawestana li kêleka gelê Sûriyê di salên bûrî de kir, û hêvî kir ku ew piştgiriya xwe ji gelê Sûriyê re berdewam bike, ta bighêje qonaxa veguhestina siyasî ya berfereh li gorî biryara navdewletî 2254.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de tekezî li ser giringiya birrîna têkiliyan bi rijêma tawankar re kir, û hişyarî da ji bedbextiya rijêmê û reva wê ya herdemî ji peyman û rêkeftinan, û cext kir ku rijêmeke ku sertaserê 12 salên bûrî kuştina Sûriyan kiriye; nikare bibe hevparek di çi siberoja ku xêra Sûriyan têde hebe de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî