Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, desxweşî li serhildêrên Der’ayê kir, û xebat û xwepêşandanên wan bilind nirxandin, û xwenîşandanên wan bi “xwepêşandanên lehengan” binav kirin, û hevdem piştgiriya xwe ya tekûz ji xebata wan re li dijî organên zordar ên rejîmê piştrast kir.
Ev helwesta Hevbendiyê hat piştî xwepêşandana duhî li nêzîk mizgefta Elomarî û xwepêşanderan têde daxwaza azadiyê û rûxandina rejêmê kir, û pankartên “Mirin û Neserşorî” û “Dera kirasê azadiyê li xwe dike”.
Hevbendiya Niştimanî duhî di daxuyaniyekê de got ku lehengên Horan peymana xwe bi daxwazên şoreşê di heştemîn salvegera wê de nû kirin, bi dupatkirina dilsoziya xwe bi qurbaniyên gelê Sûriyê re, ku “rejîma bêrewa nikare xwe li ser wijdana sûriyên azadîxwaz bisepîne”.
Hevbendiyê tekez kir ku têkoşîna gelê Sûrî li dijî zordarî û zulmê erkekî neteweyî ye, û bal kişand ku xelkê Sûriyê dê berdewam bimînin di têkoşîna xwe de bi her awayên berdest heta avakirina dewleteke sivîl û demokrat a di şaristaniya mirovî de beşdar bibe, û red bike bibe modêlek ji tundutîjî û tepeserî û tawankariyê û arzankirina rûmet û jiyana welatiyan, û red bike bibe çavkaniya berhemhênan û hinartina terorîzmê.
Û bi dehan ji xelkê bajarê Babê li rojhilatê Helebê derketin kolanan ji bo piştgiriya xwenîşandanên Der’a yên li dijî rejîma Esed, û kampaniya ji bo piştgiriya wan xwenîşandan bi navê “#رح- يقغ” bi devoka Der’a ji aliyê çalakvanan li ser malperên medeya civakî hat belavkirin.
Herwiha li ser tiwetterê û medaya civakî post bi wêneyên cuda ji sûriyê belav kirin, û çalakvan dibêjin ku “xetîra Der’a natemire”, û dê berdewam bin li ser pirensîpên şoreşê heta rûxandina rejîmê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê