Hevbendiya Niştimanî Sûrî Fermana Bilind ya(1)ya ko tê de bidawîkirina biryara leşkerî hejmar/2/ ya ko di 8 Adarê sala 1963an derketibû ragihand; Ya rewşa awarte li Sûriyê ragihandiye, Ji ber ko Hevbendî tek nûnerê rewa ye ji miletê Sûriyê re û bi danpêdana Navdewletî.
Bidawîkirina Fermanê gelek tiştên pê ve girêdayî bidawî dike, ji wan fermana 4 ya sala 1965 ya astengkirina cîbicîkirina yasayên sosyalit, û fermana 6 ya 1965 ya dijberiya armancên Şoreşê û fermana 47 ya sala 1968 ya ji bo çêkirina dadgehên ewlekariya dewletê, fermana serastkirî 32 ya sala 1980 ya serastkirî hejmar 109 ya sala 1968 m Rêdana hejmar 14 ya sala 1969 ya ji bo pêkanîna Birêveberiya Ewlekariya Dewletê , yasaya hejmar 53 ya sala 1979an û ya girêdayî bi ewlekariya partiya Be’is, yasaya hejmar 49 ya sala 1980 ya bi peyketina kesên bi Uxwan Elmuslimîn ve girêdayî ne.
Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî ev biryar dan di civîna xwe ya her demeke destnîşankirî carekê ye hejmara 20 ya doh destpê kir, ya ko dê heta roja yekşema sibe bimîne .
Desteya Giştî di roja yekê de raportên Serokatiyê û yên Wezareta Berevaniyê û yên Erkan û pêşniyazên Desteya Siyasî pêşkêş kirin.
Di her du rojên dahatî de wê çend babetên din pêşdîtin bikin, yên giringtirîn di wan de serdanên derve yên Desteya Serokatiyê û gengeşeya rewşa Cezîra Sûrî ,û erkên Şoreşê bi derbasbûna sala pêncan û pêşkêşkirina hin belgeyên bi evê mijarê ve têkildar ji aliyê hin Endaman .
Jêder: Hevbendî