Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, dozê li Encumana Ewlkariyê dike ku vê biryarê bi demê ve girênede û dirêj bike ta kirîza penaberan bidawî bibe.
Û Hevbendiya niştimanî tekeziyê li ser daxwaza dirêjkirina biryara 2165 ji Encumana Ewlkariyê dike, û pêwistiya derbaskirina alîkariyan di riya dergehên ne di bin kontrola rêjîmê de, daku ew alîkarî bighêjin kesên ku pêwistiya wan pê heye.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku rêjîma Elesed û piştgiriyên wê hewil dan ku biryara 2156 binpê bikin, tevî ku civaka Navdewletî di riya wan dergehan re alîkarî gihandin bi milyonên penaberan yên ku ji ber sitemkariya rêjîmê li cûrbecûr deverên Sûriyê penaber bibûn.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku Çi hewildanên Xerçkirina alîkariyan di riya Rêjîmê re piştevaniy e ji wê rêjîma ku Sûrî birçî û penaber kirine re, û di serî de piştgirî ye ji rêjîma Beşar Elesed re di şerê wî yê li dijî gelê Sûriyê de.
Û Hevbendiyê got ku hewildanên Xerçkirina alîkariyan di riya Rêjîmê re tê wateya ku Civaka Navdewletî destê xwe dixe destê kujer û tewanbarên cengê, bi taybetî dema ku rêjîm wan alîkariyan di riya dezgehên xwe re belav dike, yên ku gendeliya wan ji her kesî re diyar e.
Û Hevbendiyê bal kişand ku dê çarenivîsa bi milyonan Sûrî di bin gefên rêjîmê de be, di riya bikaranîna wî û piştgirên wî ya tawankar ji dosiya alîkariyên mirovî re, ta ku Civaka Navdewletî dûrî ferzkirina çareseriya siyasî ya rasteqîn û bigiştî ya li gor biryarên Navdewletî be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî