Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekezî li ser metirsiya paşguhkirina civaka navdewletî ji kirîza mirovî ya ji aliyê Rusya ve bi rêya VETOya wê di 11ê tîrmeha bûrî de hatiye kirin kir, ji ber ku di rêya wê biryarê re gihandina alîkariyên mirovî di sînor re bo deverên rizgarkirî li bakurê rojavayê Sûriyê hate rawestandin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku encamin bobelatî yên rawestandina alîkariyan ji ser deverên rizgarkirî dest bi derketinê kirin, bi nemana dana keresteyên bingehîn ji bo koçberên ku di kampan de dimînin, her wiha bilindbûna nirxê keresteyên xwarinê yên din, bi taybetî ku çi karwaneke alîkariyê ji aliyê Netewên Yekbûyî ve piştî VETOya Rusya derbas nebûye, tevî gotegotên hebûna lihevhatinekê di navbera Netewên Yekbûyî û rijêma Esed de, ji bo pêşkêşkirina alîkariyên navdewletî di riya sînoran re.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de tekez kir ku rijêma Esed ne cihê baweriyê ye ku alîkariyên mirovî bo wê bên spartin, ne li deverên di bin kontirola wê û ne li deverên rizgarkirî, nemaze piştî ku bi dehan rapor û wêneyan çesipandine ku ew alîkariyên mirovî ji hêzên xwe yên tawankar û milîsan re bi kar tîne, ew ên piştgiriya wê di cenga wê ya li dijî Sûriyan de dikin, û sivîlên hewcedar ji alîkariyan bêpar dihêlin.
Û Hevbendiya Niştimanî hişyarî da derbarê pêwîstiya vegerandina mîkanîzma derbaskirina alîkariyên mirovî di sînor re, û lipaşxwehiştina VETOya Rusya, an jî dîtina mîkanîzmayeke berdêl ku dosya mirovî ji fişarên siyasî yên Rusya dûr bixe, ji ber ku ew wê dosyayê weke çekekê bo berjewendiya rijêma Esed di cenga wê ya li dijî Sûriyan bikar tîne.
Û Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina rewşa mirovî li Sûriyê kir, û di heman demê de tekez kir ku dosya Sûriyê di pêşî de dosyayeke siyasî ye, û rewşa mirovî ya têkçûyî nayê jinavbirin bêyî pêkanîna veguhêzeke siyasî li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 û bicihanîna daxwazên gelê Sûriyê di jiyaneke ewle, azad û dadperwer de û dadpirsîna rijêma Esed li ser tawanên cengê yên ku pêk anîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî