Bi boneya Cejna Rojiyê û ji bo şopandina rewşa Penaberên Sûrî li Kampên Herêma Kurdistanê Şandeyekê ji Hevbendiya Niştimanî bi Serokatiya Cîgirê Serokê Hevbendiyê Ebdulhekîm Beşar û Endametiya: Hewas Egîd û Şelal Gedo,endamamên Desteya Giştî ya Hevbendiyê, seredana Kampan li Kurdistana Iraqê kir,
Şandeyê di roja yekê ji Cejnê de seredana Kampa Dara Şukran û roja duyem seredana Kampa Korekosk û Qoştepe kirin, ew yên ko li sînorê Erbîla Paytext in.
Şande li Kampê geriya ji bo cejna Penaberan pîroz bike û rewşa wan ji nêzîk ve bişopîne, Ebdulhekîm Beşar hevdîtineke berfireh kir, tê de li ser rewşa siyasî û guherînên erênî di Hevbendiyê de axivî û rola Frakisyona Kurdî tê de û soz da bi berdewamî rewşa Penaberan bişopînin û pêdiviyên wan dabîn bikin.
Herweha Hewas Egîd pabendiya Hevbendiyê bi erkên wê bi bal Penaberên li Herêmê tekez kir, û ji aliyê xwe ve Şelal Gedo soz da bi dabînkirina xwestekên Penaberan ji av û kehrebê û çareserkirina arîşeya cokên kazînan û bersiva pirsên penaberan da.
Herweha Şandeyê seredana cîgehê Dezgeha Barzanî ya Xêrê kir, ew Dezgeha Xêrê ya ko rajeyên xwe ji bo Penaberan pêşkêş dike û piraniya pêdiviyên wan pêk tîne.
Jêder: Hevbendî