Hevebendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, hişyariyê dide derbarê dizî û talankirina mezin ya ku niha li pey hev li deverin berfireh ji gundewarê Hemayê yê bakur û gundewarê Idlibê yê başûr û deverên rojhilatî Maaret Elnuhman dubare dibe.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de duh êvarî got ku, milîşeyên girêdayî rjjêma Elesed dest danîne ser bihezaran donimên bîstanên fisteqên helebî û zeytûnan û ji bilî wan jî, piştî ku bi salan e xelkên wê koçber û derbider dike.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku ji dema cenga ku hêzên rijêmê û hevalbendên wê li ser deverê pêk anîne û dest danîne ser deverin pirberhem ên berfireh li gundewarê Hema û Idlibê, nehiştin ku ti kes ji mirovên wan guh bidin wan zeviyan an berhemên wan biçinin, çi ji dêvla wan ve be an bi riya wekaleta xwedanên wan ên koçberkirî be.
Û Hevbendiyê bal kişand ku Rijêmê ne tenê wekaletên koçberkiriyan ji mirovên wan re red kirine, lê tirsandin jî bikar anî da ew zevî bê guhdan bimînin, û di dawî de Hêzên Ewlekariya Leşkerî û Ewlekariya Asîmanî dest deynin ser wê deverê di bin behane û navên cuda de.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku Pirosesea dizî û talankirinê rêxistî ye, di riya binpêkirina mafên koçberkiriyan, ji bo girtina rê li pêşiya vegera wan bo welatê wan, nemaze di dema nêzîkbûna werzê çinînê, mazatan ava dikin ji bo dabeşkirina berhemên bihezaran donimên fisteqên helebî, da hevalên rijêmê sûdê jê wergirin.
Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji civaka navdewletî kir ku destêwerdaneke lezgîn ji bo nehêlana berdewamiya vê tewanê bike, û cextî kir li ser giringiya nehêlana tevaya karên dizî û talankirinê û destdanîna ser mal û milkan ya ku di wê çarçovê de çêbûye, û rawestandina siyasetên gefxwarin û derxistina astengiyên ku rijêm bikar tîne, wek nehêlana xelkê ji rêvebirina milkên xwe re, û çinîna berheman li gor mafên xwedtiya wan jê re, bi riya yasa û saziyên li tevaya cîhanê misoger dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî