Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku kuştina serkirdeyê berê di Artêşa Azad de, Edhem Elekrad, û çar hevalên wî şaştiya pilanên Rûsiya xapînok yên nav lê kirine rêkeftinên lihevhatinê bi rêjêma Esed ya xiniz re diçespîne.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de bal kişand ser ku Elekrad û hevalên wî ji neçarî û ji ber rewşa xerab bi siponseriya Rûsiya li parêzgeha Deraa berî bi 2 salan rêkeftina lihevhatinê îmze kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî vê operasyona kuştinê û tevaya operasyonên berê rêjîma Esed û amûrên wê yên ewlehiyê û milîsên Hizbullah ên terorîst rasterast berpirsiyar dibîne.
Û Hevbendiyê Rûsiya wek aliyê ku rijêm lixwe girtiye di warê yasayî û siyasî û sincî de berpisyar dibînin, ji ber ku di cîbicîkirina sozan û tiştên li xwe girtine de derbarê siponseriya lihevhatinên di bin darê zorê de biser neket.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku rêkeftinên lihevhatinê yên Rûsiya li ser hêzên civakî yên Sûrî sepandine tenê xapandin bûn, ji bo ku deverên rizgarkirî têxe bin kontirola xwe de, û bal kişand ku dewletên rêkeftin li xwe girtine ti kar nekirin ji bo ku nehêlin rijêm di zordariyê de berdewam bike, û bi ser de gelê Sûrî bigre û koçber bike û bikuje.
Û û Hevbendiyê got ku Rûsiya sozên xwe yên navdewletî di nehiştina belavbûna Îranê li başûrê Sûriyê bi awayekî taybet bicî neanîn, ne jî ti kar ji bo ku nehêlin Îran û milîsên wê bi hevkariya amûrên rijêmê fitneyan di nava xelkê başûrê Sûrîyê de biafrînin kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku operasyona kuştinê ya vê dawiyê rawstgeheke nû ye, û rastiya ku Rûsiya nikaribû ta îro soz û karên xwe yên li xwe girtine biparêze eşkere dike, û ew bi xwe derfeteke bo xortên şoreşê li başûrê welêt ku nerîn û helwestên xwe derbarê lihevhatinan bighurin, û li hember hêzên rijêmê û milîsên mezhebî raperîneke giştî raghînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî