Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û Rikberiya Sûrî, Dîma Mousa, roja înê 7 sibatê şiroveyek ji şanda Yekîtiya Ewropayê ya li Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê derbarê dawîtirîn bûyerên li Sûriyê dibin pêşkêş kir.
Û di hevdîtinê de Mousa, nûnerên dewletên Yekîtiya Ewropayê yên hejmara wan 27 dewlet in, agahdarî rewşa mirovahî li Sûrîyê kir, nemaze li Idlibê, di dema gurkirina leşkerî ji hêla rêjîma Esed ve, ya ku di encamê de bi sedan sivîl hatine kuştin, û bi sedhezaran li hundir derbider bûne, her weha gelek ji wan jî bikêmanî carekê derbider bûne ji hemî deverên Sûriyê.
Û Mousa diyar kir ku tiştê li Idlibê dibe hewcedarî karekî tevayî ye, ji bo çareserkirina qeyrana mirovahî bi avêtina gavên lezgîn, di riya peydakirina alîkariyên mirovahî ji bo dabînkirina hewcedariyên bingehîn û bilez, nemaze yên têkildarî war û xizmetên tenduristî.
Û Mousa girîngiya rawestandina gurkirina leşkerî jibo rawestana derbiderbûna sivîlan anî ziman, jiber ku devra ku bi melyonan Sûrî lê dijîn, hîn biçûktir dibe, û got ku ew ne tenê pirsgirêkek di asta mirovahî de ye, lê di heman demê de zirarê dide hewildanên ji bo çareseriya siyasî jî.
Û Mousa nûnerên Yekîtiya Ewropayê agahdarî dawîtirîn pêşhatên komîteya destûrî û pirosesa siyasî bi gelemperî kirin, û tekezî li ser parastina sivîlan û misogerkirina rawestana şer li seranserî Sûriyê kir, û daxwaza piştgiriya karên parastina sivîlan kir, ji bo diyarkirina niyazên pak , da prosesa siyasî dest pê bike.
Û Mousa bal kişand ku ev armanc hewcedarî piştevaniya prosesa siyasî ye, û vexwndina hemî aliyan were kirin da bi berpirsiyarî tevlê bibin, ji bo bigihêjin çareseriyek siyasî bi temamî, di riya bicihanîna biryara 2254 (2015) ya Encumena Ewlekariyê, ya ku di nav tiştên din de çareseriya kêşeya mirovahî li Sûriyê misoger dike.
Û Mousa got ku ti çare an piroseseke siyasî nabe cihê baweriyê, di dema ku Sûrî rastî kuştin û koçberkirinê tên, ji ber operasyonên leşkerê an kiryarên din yên mafê wan yê sereke binpê dikin.
Û di dawiyê de, Mousa spasiya Yekîtiya Ewropayê kir li ser piştevakiya wê ji pêvajoya lêpirsînê re, di nav de mekanîzmaya bêalî û serbixwe ya navdewletî, wek şêweyekî ji bo parastina dadweriyê, dijî tewankarên cengê û tewanên dijî mirovahiyên li Sûriyê pêkhatine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî