Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê mirina çalakvan Yihya Şerbeçî ragehand. Şerbeçî tevli Karwanên şehîdên Zindanên rêjîmê yên ko bi êşkenceyê jiyana xwe ji dest dane bû.
Malbata şehîd Şerbeçî duh nûçeya mirina wî di zindanên rêjîmê de, li gel birayê wî Me’en Mihemed Taha Şerbeçî yên ko şaxa ewlehiya asmanî ew ligel Xeyas Meter di 06.eylûl. 2011ê girtibû, tekez kir.
Tête destnîşankirin ko Yihya di sala 2011ê tevli rêzên şoreşê bûye, û di serpereştiya tevgerên xelkên Dareya Şamê de beşdar bûye, di sala 2003ê de dest bi çalakiyên xwe yên siyasî hem çalakvaniyên civakî kir, ko li ser piransîba destpêkirina guherînê ji takekesan tekez kir.
Şerbeçî tundûtûjî di xwepêşindanan de red dikir, bi taybetî wêrankirina dezgehan, û tê zanîn ko şehîd Şerbeçî çalakvanê herî navdar e bi netundiyê, di hevdîtina wî ya digel kanala Elerebiye got: ‘’em sûr in li ser aştîbûna şoreşê, heta ko em Sûriyeke nû bê tundûtûjî ava bikin, Sûriyake karibe arîşeyên xwe yên hindirîn bi hişmendî çareser bike, û ne bi çekan wek ko ev rêjîm dike, gava em gulan pêşkêş dikin, pêşî em ji xwe re pêşkêş dikin.‘’
Dema ewlehiya rêjîmê xwepêşinderên aştiyane serkut dikirin, Şerbeçî pirsiyar dikir “çawa rêjîmê dikarîbû xelkê ew qas xerab bike, çawa kesê Şebîh li welat kare birayê xwe bikuje, rêjîmê xelk ji hundir ve xerab kirine”.
Hevbendiya niştimanî sersaxiya malbata Şerbeçî û ya hemû xelkên Sûriyê kir, û tekez kir ko xwedanê gotina “bila kuştî bim ne kujer bim”, pirinsîba aştayanebûna şoreşa Sûriyî ji destpêka wê ve diçesipîne.
Berê jî toreya Sûriyê ya mafên mirovan kuştina 13hezar kes bi êşkenceyê ragihandibû, û tekez kiribû ku 99% ji wan bi destê ewlehiya rêjîmê ne, û bêtir ji 118hezar girtiyên bi nav hene, 88% ji wan di girtîgehên rêjîmê de ne, lê texmîn destnîşan dikin ko hejmar ji wilo bêtir e û dighêje 215hezaran.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî