Şandê Hevbendiya Niştimanî, duh şemiyê, serdana bajarê Bizaa li gundewarê Helebê, wek beşekî ji gera xwe ya dawîn bo deverên rizgarkirî, kir.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî di vê Serdana bo Bajêr ji Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û Endamê Desteya Siyasî Bedir Camûs pêk dihat.
Û Elmislit got: “Îro em li gel rûsipî û muxtar û şoreşgerên bajarê Bizaa yê gundewarê Helebê civiyan, û me tekezî li ser pêwîstiya ku em tev bi yek destî kar bikin ji bo rizgarkirina welêt ji zordar û stemkaran kir, her weha pêwîstiya hevbeşiya rasteqîn di navbera tevaya saziyên şoreşê û kadir û xelkê wê de, bo serastkirina şaştiyan û xurtkirina rêya durust.”
Û Elmislit tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina pêwendiyan di navbera Hevbendiyê û çalakiyên şoreşgerî li deverên rizgarkirî yaku dê alîkariyê di yekrêziya tevaya karînan de bike kir.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî hevdîtinek li gel hejmarek ji rêvebir û xwendekarên peymangeha Elfurqan li bajarê Bizaa yê gundewarê Helebê li dar xist, û şanaziya xwe bi vê peymangeha ku ta niha zêdetir ji 100 xwendekarên ku pirtûka xwedê ezber kirine jê der çûne anî ziman.
Tê zanîn ku Hevbendiya Niştimanî serdanên xwe li deverên rizgarkirî himbiz kirin, ji bo cîbicîkirina pilana çaksaziyê yaku li vê dawiyê ragihandiye, û armanc jê xurtkirina nûnertiya rasteqîn û tam a gelê Sûriyê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî