Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî nameyek spasiyê arasteyî Wezîrê Karûbarê Derve yê Holenda Steve Block kir, li ser helwesta welatê wî û xebatên wan ên girîng di çarçoveya sizakirina tewankarên tewanên cengê li Sûriyê.
Û Elherî pesnê pêngavên ku Hikûmeta Holenda di riya sizakirina tewanbaran di hundir Dadgeha Navdewletî û Dadgeha Cezayên Navdewletî de da.
Û Elherîrî tekez kir ku rijêma Esed di piştguhkirina biryarên navdewletî de û binpêkirina peymana Netewên Yekbûyî û Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan û Rêkeftina Netewên Yekbûyî Dijî Îşkencê yaku rijêmê li ser erê kirî bêyî ku pabendiyê bi çi xalên wê bike berdewam e.
Û Elherîrî daxwaz ji dewletên dost kir, ku rûşûnên bedrest mîna rêşûnên ku Holenda pê rabûye werigrin, daku veguhestina siyasî ya rasteqîn li gorî daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encumena Ewlekariyê 2118 û 2254 û biryara civata giştî 262/67 pêk were.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî