Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilrehman Mistefa, spasiya Erebistana Siûdî, Dewleta Qeter, Mexrib û hemû dewletên erebî yên din yên ko vegerandina peywendiya bi rêjîma Esed re red kirine dike, ewên dîsa helwesta xwe nû kirine li rex miletê Sûrî, yê ko ev heşt sal in bi destê hêzên rêjîmê ketiye ber tawankariyên qirkirinê.
Serokê Hevbendiya Niştimanî got ku ev piştgiriya mezin ya ko wan dewletan di salên bûrî de ji Sûriyan re pêşkêş dikir, guncayî ye bi piştgiriya wan ji bizava azadî û rûmetê re, û beraberiya wan dijî milîtanên tirorist yên Îranî.
Mistefa tekez kir ko redkirina Riyad, Dewha û Elribat bo vegera rêjîmê li komkara erebî li gora çareseriya siyasî ya herdemî li Sûriyê ye, ya ko di biryarên navdewletî de û ya pêşî biryara 2254ê hatiye.
Û bal kişand ser ko “Ev helwestên nirxbilind me bihêz dikin, û dihêlin em digel hemû hêzên şoreşê û opozisyonê bo misogerkirina amancên miletê Sûrî kar bikin, û berevajî wê jî ev bûyerên nû bêtir rêjîmê û piştgirên wê tengav dikin, û namake xurt dişînin ko tu çareseriya leşkerî li Sûriyê nabe, û divê çare di rêya cîbicîkirina biryarên navdewletî re bin. ‘’
Mistefa destnîşan kir ko rêjîma Esed bi ser pirojeyê Îranê ve ye, û lihimberrabûna wê tê wateya dijîtiya Tehranê û têwerdana wê di dewletên erebî de, û bêtir got milîtanên Îranê dê têkçûnên mezin li ser destê şoreşgeran bibînin , û jibil derçûna wan tu çare nîn e.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî