Hevbendiya Nişgimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê îro di daxuyaniyekê de kiryarên bidarvekirinê û tawanên rejîma Îranê yên li dijî gelê Îranê yê daxwaza mafên xwe dike û ji bo azadiya xwe têdikoşe şermezar kirin.
Herwiha Hevbendiya niştimanî bi taybetî bidarvekirina çalakvanên aştiysne yên li vê dawiyê û êrîşa li ser navendên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKI) û (PDK) li Herêma Kurdistana Iraqê, ku bûye sedema şehîdketin û birîndarbûna bi dehan welatiyên sivîl û penaber şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hat ku ev êrîş dikevin di çarçova siyaseta belavkirina terorê de, ya ji aliyê rejîma Îranê li dijî miletên herêmê dibe, tevlî dijminahiya wê ji pêkhatên gelên îranî re”.
Daxuyaniyê bal kişand ku Îran bi riya belavkirina tirs û teror û ajawegeriyê, hewl dide vê yekê bikar bîne ji bo tepeserkirina xelkê azadîxwaz û jinavbirina dijberên xwe, da berdewam bimîne li ser desthilatdariya welat û dizîna saman û aboriya wî.
Hevbendiya Niştimanî careke din di daxuyaniya xwe de hişyarî da ji polîtîkayên rejîma Îranê, yên herêmê ber bi bobelatan dibin, û Hevbendiyê tekezî li ser pêwîstiya gemkirina rejîma Îranê bi biryar û gavên rêk û pêk kir, bi armanca rizgarkirina herêmê û gelên Îranî, ji Kurd, Ereb, Belûç û Azeriyan û dabînkirina mafên wan yên kulturî, destûrî û mirovî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî