Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit Tawana teroristî ya ku hêzên rijêma Esed dermafê yek ji otombêlên rizgarkirinê yên girêdayî Berevaniya Sivîl a Sûrî di dema rabûna wê bi erkê xwe yê mirovî de, û têde yek ji karmendên Berevaniya Sivîl şehîd ketiye, şermezar kir.
Û Elmislit daxwaza şermezarkirina vê tawanê û belgekirina wê di nav zincîra tawanên cengê yên ku rijêma Esed li Sûriyê bi dirêjiya 12 salên bûrî pêk anîne ji Netewên Yekbûyî û saziyên mirovî yên navdewletî kir, her weha ji wan xwest ku kar li ser kartêkerkirina pirensîpa dadpirsîn û sizakirinê wek beşekî sereke ji biryara navdewletî 2254 ya dighê çareya siyasî li Sûriyê bike.
Û Elmislit tekez kir ku armanckirinên dubare dermafê tîmên karmendên karta mirovî û tenduristî û hawarçûnê, hovîtiya vê rijêmê piştrast dike, û diçesipîne ku ew bimebest tevaya cihan bê cîwazî armanc dike, da ku her kesê li deverê bitirsîne û hêviya jiyana aştiyane û aramiyê di dilê wan de bikujê.
Û hêzên rijêmê otombêla tîmeke rizgarkirinê ya bi ser Berevaniya Sivîl ya Sûrî ve bi mûşekeke arastekirî armanc kir, ew jî di dema ku tîma Berevaniya Sivîl bi karê şopandina cihên ku rastî bombebarana topavêjan li ser destê hêzên rijêmê li başûrê rojhilatê bajarê Eletarib ê rojavayê Helebê duh êvara sêşemê 11 tîrmehê hatiya, radibû, û ji encamê xwebexşê Berevaniya Sivîl Ebdilbasit Ehmed Ebdilxaliq şehîd ket.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî sersaxî bo malbata pakrewan Ebdilbasit û hevalê wî yên Berevaniya Sivîl û hezkiriyên wî re pêşkêş kir, û dilovaniya xweda bo wî û sebr û hedan ji hezker û xwedanên wî re xwest.
Û Berevaniya Sivîl di daxwiyaniyeke xwe de got ku ev tawan binpêkirineke beloq e ji pirensîpa yasaya navdewletî ya mirovî re, ya ku têde hatiye ku divê karmendên mirovî û xebatkarên rizgarkirinê dûrî armanckirinan bin, û bal kişand ser ku dê ev tawan pêk nehatiba eger rijêma Esed li ser armanckirina xwebexş û karmendên mirovî û endamên hawarçûnê hatibaya sizakirin.
Û Berevaniya Sivîl got ku ev êrîşa dutaq û bi mebest ya ku rijêma Esed pêk aniye, ne tenê pirensîpa yasaya navdewletî ya mirovî binpê dike, lêbelê ew hewldanên karê mirovî û rizgarkirina giyanan têk dibe.
Tê zanîn ku bêhtir ji 305 kesan ji xwepexşên Berevaniya Sivîl a Sûrî (Kumên Sipî) di salên bûrî de giyanên xwe ji dest dan, û bêhtirê wan qurbaniyên êrîşên dutaqî bûn, yên ku ji hêla hêzên rijêma Esed û Rusya ve di dema rizgarkirina sivîlan de pêk hatine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî