Careke din Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê, tekezî li ser giringiya raguhestina fayîlê Sûriyê bo Dadgeha Tawanên Navdewletî kir, yekser piştî belavbûna çend raportên navdewletî ku tekeziyê li ser hebûna destê Rijêmê di pêkanîna tawanên şer de, yên ku pêwîst e ligor yasa navdewletî bên sizadan dikin.
Rêxistina “Human Rights Watch” bikaranîna çekên kêmyayî li dawiya sala bûrî ji aliyên milîsên Rijêmê li dijî nişteciyên bajarê Helebê tekez kir, û îro Hevbendiyê di daxuyaniyekê de bal kişand li ser giringiya raguhestina vê raportê û lêkolînan û raportên wek wê, tevî raporta “qesabxaneya mirovan” ya li vê dawiyê ji aliyê Rêxistina Lêborîna Navdewletî derket, bo dadgeha tawanên navdewletî, ji bo gerantîkirina dadgehkirina berpirsyarên tawanên dijemirov û tawanên şer.
Û Hevbendiyê dubare bal kişandiye li ser giringiya aktîvkirina standina rêşûnên dadwerî li ser binyatê heman mêkanîzma NY ya biryara li ser hatî standin ji aliyê komeleya giştî ya NY di roja 21 çileya pêşiyê di sala 2016 an de, ya encamdana lêkolînan û dûvçûna encamderên tawanan li Sûriyê têde hatibû.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyê de gotiye ku ev raport tê danîn li ber Encûmena Asayîşa Navdewletî, ya biryara 2118 an di demek pêştir de dabû, û paşî biryara 2209 derxistibû ku têde her bikaranîna leşkerî ya gaza kilorê hatibû şermezarkirin, û di tekesta wê de hatibû ku di dema ku pabendî pê nebe wê rêşûn bêne sepandin li gor benda heftan ya peyman-nameya NY.
Herwiha têde hatiye ku zaniyarên raportê tên pêşkêşkirin ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kêmyayî û “Şanda lêkolîna hevbeş” re, ya kar ji aliyê encûmena asayîşê ve pê hatiye spartin, ku carek din bi awayekî rijd bi lêkolînan rabin, û girêdana wan bi encamên lêkolîna berê re ya heyva çiriya pêşî, ya ku têde berpirsyaretiya hêzên Rijêmê hatibû di ber bikaranîna gaza kilorê wek çekê kêmyayî bi kêmahî di sê êrîşan de, di navbera herdu salên 2014 û 2015 an de.
Jêder: Bazinê Ragihandina Hevbendiya Niştimanî