Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî nerazîbûna xwe ya tam derbarê tevlêbûna Rûsiya bo Encûmena Mafên Mirovan tekez dike, ew jî ji ber doseya wê ya mezin a tijî tewanên cengê û tewanên dijî mirivahiyê.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de îro bal kişand ku Rûsiya gelek tewan li Sûriyê pêkanîne, ji armanckirina nexweşxane, dibistan, dêr, bazar, mal û kampan, ta bighêje veşartina tewanên rijêmê yên metirsîdar di warê bikaranîna çekên kîmawî de.
Û Hevbendiya Niştimanî eşkere kir ku Rûsiya îro sîwanekê ji tevaya tewanên xwe re di Encûmanê Ewlekariyê û Netewên Yekbûyî de dabîn dike, û bi ser de doseya Kremlin di warê piştgiriya rijêmên sitemkar li seranserî cîhanê û tevlêbûna wê di serkutkirina çalakvanên azadîxwaz li Rûsiya bi xwe jî mezin e.
Û Hevbeniyê bal kişand ku ev tewan serbora Rûsiya diyar dikin, û Hevbendiyê got ku tevlî vê serborê ew daxwaza bibe Endam di Encûmena Mafên Mirovan ya Navdewletî de, û daxwaznameyê bi bêşermî deyne pêşiya Endamên Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî, û bi hêvî ye ku tevlîbûna wê ya Encûmen were pejrandin.
Û Hevbendiyê cext kir ku ev doseya ta dawiyê bi serkeftinên di warê piştgiriya sitemkariyê û binpêkirinên mafên mirovan û pêkanîna tewanan mişt e, her weha hewildanên wê daku tewanbar derveyî sizakirinê be, divê li pêşiya Endamên Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî be, dema dengdanê li ser bijartina Endamên Encûmena Mafên Mirovan didin.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku civaka navdewletî ne kare qurbaniyan biparêze nejî gunehkaran ceza bike, û divê ew civak danekeve asta xelatkirina tewanbaran û pêşwazîkirina wan di komîte û saziyên xwe de, û tevaya rêşûnên yasayî û diplomasî yên pêkan bikar bînin daku nehîlin ev bêrûmetî biçe serî, û navê saziyê biparêzin, û nehêlibin tewanbar tevlî wan saziyan bibin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, careke din daxwazên ku di yadnameya wê ya yasayî de hatine nû kirin, yadnameya ku ji bo Civata Giştî di 30 êlona 2020an de hatiye şandin, derbarê redkirina pejrandina endamtiya Rûsiya di Encûmena Mafên Mirovan de, berê û di dema dengdanên di civata giştî de, bi sedema binpêkirinên mezin û tewanên cengê û tewanên dijî mirovahiyê yên ji aliyê Rûsiya ve li Sûriyê û Okraniya û cihin din pêkhatine, li ser bingeha pîvanên endamtiyê yên dewletên namzet dinirxînin ji bo xurtkirin û parastina mafên mirovan li gorî biryara hejmar 251/60.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku serdanîna navdewletî li pêşiya zordariya Rûsiya bi dirêjiya deh salên borî, çireyên kesk bi dirêjiya rêyê ji tewanên Kremlin re vêxist, û deriyê binpêkirina yasaya navdewletî li pêşiyê vekir, ew jî tê wateya ku pêwîst e ku di rûyê siyaseta Potin de were seknandin, û rê li pêşiya pilanên wî bigrin, ew pilanên ku nikarin biçin serî, bêyî alîkariya Civaka Navdewletî.Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî