Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî û tabûrên Artêşa Azad dibêjin ku nûçeya beşdariya yek ji nûnerên wan di kongirê Hertsîlya yê Îsarîlî de, yê ku guhdanê bi ewlekariya Îsarîla dagîrker dike ne rast e.
Û cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî Semîra Almesalme got:” Em îro bi amadebûna yê tê binavkirin Îsam Zeytûna di kongireyê Hertsîlya yê Îsraîlê de matmayî man, û di heman dema ku em vê beşdarbûnê şermezar dikin, em dibêjin ku ti kes wek nûner ji Şoreşa Sûrî re, çi hevbendî û çi Artêşa Azad, beşdarî di vî kongireyî de nekiriye”.
Û Mesalmê tekez kir ku” dagîrkerî û stemkarî herdû yek in, û yê ku bawer dike ku dagîrkarî parastina wî ji stemkariyê dike, her wek yê ku bawer dike ku stemkarî parastina wî ji dagîrkeriyê dike”.
Û gotina xwe weha bidawî kir:” Kêşeya me dadmend e, û ya Filestîniyan jî dadmend e, kêşeyên azadiyê nayêne parçekirin”.
Û Tevgera Rigarkirina Himis ya bi ser artêşa azad ve ji hêla xwe ve dît ku belavkirina van bêbextiyan karek ji yên rêjîma Esed e, di çarçoveya şerê derûnî yê ku dixwaze pê navê Artêşa azad bişêwîne.
Her weha Eniya Başûr jî di daxuyaniyeke xwe de, roja Şemiyê, tekez kir ku ti têkiliya wan bi Îsam Zeytûne re tune ye, û got ku ew gotinên tên gotin ku Îsam Zeytûna nûnerê Eniya Başûr e tev derew in.
Jêder: Hevbendî