Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, workşopek bi navûnîşana “Dosya Kurdî û Fedralizmê” îro Înê li Istanbulê li dar xist, bi amadebûna endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd û rewşenbîrên serbixwe yên Ereb û Kurd.
workşop wê bi rêya sê komekan babetên dîroka beşdarbûna Kurdan di jiyana siyasî ji gava çêbûna dewleta Sûrî de, û rola wan di serdema vegirtina Neteweya Erebî de, û beraberiyên ko hatin pêşiya Şoreşa Sûriyê di herêmên piraniya wan Kurd in, û beşdarbûna Kurdan tê de behis bike, her weha wê li ser şêweyê Fermanberiya Sivîl li Herêmên Rizgarbûyî, û dîtina Kurdî û ya Erebî ji dewleta Sûrî re piştî Şoreşê ji hêla tiknokiratiyê ve bête rawestan.
Di gotina xêrhatinê de Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiyê Hewas Xelîl, diyar kir ku ev workşop bi amanca zêdetirkirina hevgirtin û hevkariyê ye, di navbera hemû pêkhatiyên Sûrî de, û ev giringtirîn armanca plana Desteya Siyasî ye.
Xelîl tekez kir ko giring e pênasîna Kêşeya Kurdî ji hemû Sûriyan re bête şirovekirin. Ji ber ku Rêjîma Esed ew piştguh kiribû, û ew şêwandibû û her dem ew dikir cihê gunehkariyê, bi armanca ku pêkhateyên gelê Sûrî ji ber hev bixîne.
Jêder: Hevbendî