Îro, 13 fesîleyên Artêşa Azad ku ser bi “Berya Başûr” ve ne, şerê bi navê “Hiye lilah” li parêzgeha Qunêtra ji bo serkeftina Dareya ragihandin.
Di daxuyaniya wî şerî de wiha hat, ku armanc ji vî şerî ew e, kontrolkirina baregehên hêzên rêjîma Esed di “Sêgoşeya Mirinê “de, ku dikeve di navbera parêzgehên Qunêtra, Der’a û Gundewarê Şamê de, herwiha armnaca duyemîn ew e ku şer li bereya Dareya ya dorpêçkirî sivik bibe.
Di wî şerî de, 13 fesîleyên Artêşa Azad beşdarin, ku ew jî ev in: (Elwiyet El-Firqan, Focb El-Midf’iyê, Berya Şoreşgerên Sûriyê, Ensar El-Islam, Volkana Horan, Lîwaya El-Bestîn, Bedir El-Islam, Ehrar El-Islam ,Ecnad El-Şam, Şuheda El-Huriyê, Firqeya46, Tewhîd Horan, Lîwaya El-Keramê).
Herwiha Hêzên”Ciwanên El-Sune” ku ser bi “Bereya Başûr” ve ne êrîşek birin ser baregehên leşkerî yên rêjîma Esed li dorûberê Busra El-Şam ya Rojhilat li Der’ayê, û şer û pevçûn di navbera herdû aliyan de derketin li derdora rêbenda Burd ku wek xeta yekem ya bergiriyê ji parêzgeha Siwêda re tê naskirin.
Jêder Hevbendî+ Simart.