Ji aliyê “Komîsyona Yasaya Hejmar10 û Yasayên Milkiyetê” ya Hevbendiya Niştîmanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ve, workşopek ji bo gotûbêjkirina biryarên cuda yên hatine derxistin ji aliyê rejîma Esed, yên bi armanca destdanîna li ser milk û samanên sivîlan û bicihanîna guhertina demografîk ya bi darê zorê.
Workşop li bajarê Entabê, di bin navê ” Guhertinên yasayên milkiyetê û parastina xwedîtiyê” hat lidarxistin, bo heyamê du rojan ma, û ji endamên komîteya yasayî pêk hatibû, tevî pispor û teknîkkar û yasanasên sûrî û biyanî.
Ji aliyê beşdaran ve pêdaçûnek li ser yasa milkiyeta erdê di yasa navnetewî de û tevî peymanên navnetewî, û hejmarek ji modelên peymanên aştiyê yên parastina mafên milkiyetê hatin pêşkêşkirin.
Herwiha mokomkirina mekanîzmên milkiyetê li gor pilanên rêxistinî berî sala 2011 hat gotûbêjkirin, û zêdegavî û binpêkirinên ji aliyê rejîmê hatin şopandin.
Pisporan derbarê serrastkirina yasa hejmar10 ji aliyê rejîmê, bal kişandin ku ew “Parastina pêwîst ji bo mafên welatiyên sûrî peyda nake, û tirsa wan ji holê ranake”, û destnîşan kirin ku ji ber nebûna rewşeke ewle li welêt û ji ber nebûna dadwerîya serbixwe, rê li pêşiya amadebûna xwedîyên milk digire, û êdî nema kare mafên xwe di riya parêzeran re biparêz e, û bi vî awayî çi nirx nîne ji bo wan serrastkirinan.
Workşop bi çend pêşnîyaran ji bo parastina milkiyeta erdê derket, ji bo rê li pêşiya rejîma Esed bigire da armancên xwe pêk neyne, pêşniyaran tekezî li ser pêwistiya berdewamiya li ser bicîhkirina stratejiyekê kir ji bo dijberiya guhertina demografîk û destdanîna li ser milkiyetê ya rejîm pêrew dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê