Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilhekîm Beşar, xweşhaliya xwe bi daxwiyaniyên Serokê Komîteya Lêpirsînê ya bi ser Netewên Yekbûyî ve derbarê Sûriyê Paulo Pinheiro bo piştgiriya wî ya tam ji avakirina mîkanîzmeke navnetewî ya serbixwe re di demeke nêz de bo diyarkirina çarenûsa windayên li welêt anî ziman.
Û Beşar tekezî li ser pêwîstiya ku Netewên Yekbûyî karekî cidî ji bo serbestberdana girtiyan û eşkerekirina çarenûsa windayên kotekî bikin kir, û bal kişand ser ku ev dosya têkildarî her malbeteke Sûrî ye, û dibe sedema êşeke mezin ji encama jidestdana zarokên wan bi salan û bêyî ku çi agahiyan li ser wan an çi dadgehkirinan dermafê wan zanibin.
Û Beşar bal kişand ser ku pêwîst e mîkanîzmeke nû û kartêker hebe, û piştgiriya wê bête kirin û amûrên rasteqîn jêre dabîn bibin daku bi erkên xwe rabe, û hişyarî da ku divê ew ne mîna mîkanîzma navdewletî ya taybet bi sizakirina berpisyarên di ber pêkanîna tawanan li Sûriyê be, ya ku hîn bêancam û rêşûnên berdest e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî