Kovara ‘’Der Schpiegel’’ duhî înê diyar kir ko fermaneke Elmanî ya girtinê li ser asta navdewletî derket, derheqê Cemîl Hesen fermanberê ewlehiya asmanî ya rêjîma Esed bi tawana pêkanîna tawankariyên cengê û tawankariyên li dijî mirovahiyê.
‘’Der Schpiegel’’ anî ziman ko fermana Elmanî Hesen tawanbar dike bi çavdêriya tundtirîn tawankariyên ko dezgehên ewlehiya rêjîma Sûrî dike, ji êşkencedan û destdirêjiya sêksî û kuştina bi sedên kesan di navbera sala 2011 – 2013ê de.
Kovara Elmanî got ku ji nav tawanên Hesen pê hatiye tometbarkirin, ko ew berpirs e di ber ‘’ bidarvekirina girtiyên siyasî bê dadgehkirin’’
Parêzerê Sûrî Enwer Bunî yê ko di biwara mafên mirovan de bi navenda Ewropî ya mafnasiya destûrî û mafên mirovan re kar dike got ku desthilatdaran navend ji bo girtina Hesen agahdar kiriye.
Bunî berdwam kir û got ku ev serkeftineke ji dadweriyê re, serkeftineke ji dadweriya Elmanî re, û ji miletê Sûrî re jî serkeftin e, yê wê baweriyê careke din bi dadweriyê bîne, û hêvî kir ko cara dahatî fermana girtina Esed bi xwe be.
Fermanên wek vê berê jî derheqê kesayetiyine kartêker ên rêjîma Esed derketibûn, lê hewildanên peyketina berpirsiyarên rêjîmê têk çûn, ji ber Sûriyê ne ji dewletên ko peymana Romayê imze kiriye, ya ko dadgeha tawankariyên navdewletî ya Lahay damezirandiye, her weha Rûsya hevalbenda rêjîmê mafê redkirinê (Vîto) bikar aniye li dijî hewildanên pêkanîna dadgeheke taybet bo Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê dibîne ku derxistina dadxwaziya Elmanî ji fermanekê re dijî hovtirîn zilamê rêjîma Esed û pêngaveke giring e bi bal misogerkirina cîbicîkirina maf û dadweriyê li Sûriyê, û nameyeke ji tawankaran re ye ko cihekî aram li cîhanê bo wan nîn e, û nîşanekeke ko maf namire gava daxwazkar li pey hebe.
Rêkxistinên navdewletî daxwaz kirine ko peyketina tawankarên cegê û tawankariyên li dijî sivîlan li Sûriyê bikin û di serî de Beşar Elesed, yê berpirsiyar e di ber bi hezaran tawankariyên li dijl sivîlan pêk hatine.
Tê zanîn ko ev yekem fermana girtinê ye li dijî yekî ji mezintirîn alîkarên Beşar Elesed yê artêşê û ewlehiyê ji destpêka şoreşê adara 2011ê.
Lîwa Cemîl Hesen yek ji hovtirîn efserên rêjîmê ye û yê herî destbixwîn e, li dijî xwepêşindanên aştiyane yên daxwaza rûxandina rêjîmê dikirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî