Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî xweşhaliya xwe bi biryara derxistina rijêma Îranê ji yek ji komîteyên Netewên Yekgirtî yên girêdayî bi mafên jinan di 14 heyva berfanbarê ya niha de anî ziman, ji ber siyaseta tepeserkirinê ya rijêmê ku berovajî mafên jinan e, û hovîtiya ku li hember xwepêşandanên gelêrî yên li Îranê li dar dikevin nîşan daye.
Û Hevbendiya Niştimanî didaxwiyaniyeke rojnamevanî de derbarê vê mijarê got ku rêbaza zordarî ya rijêma Îranê li hember xwepêşanderan li Îranê, ji tawanên ku milîsên Îranê li Sûriyê pêk tînin cuda nabin, ji ber ku bi guleyan û terorkirin û tepeserkirinê rûbirûyî dengên azadîxwazan dibin.
Û Hevbendiya Niştimanî piştgiriya xwe ji xwepêşandanên gelêrî yên Îraniyan li dijî rijêma terorîst a melayan nû kir, û ji civaka navdewletî daxwaza kar ji bo rawestandina vê rijêmê û milîsên wê kir, da destwerdanê di karûbarên Sûriyê de bo berjewendiya rijêma Esed ya tawankar neke, û karekî navdewletî yê tevayî ji bo pêkanîna hêviyên gelên ku daxwaza azadiyê dikin bike.
Tê zanîn ku Netewên Yekbûyî roja çarşemê biryar da ku Îranê ji desteya Jinan derxîne ji ber binpêkirina mafên mirovan li Tehranê, piştî çend hefteyan ji xwepêşandanên li dijî desthilatên Îranê.
Û Encumena Aborî û Civakî ya girêdayî Netewên Yekbûyî (ECOSOC) li ser pirojeya biryara ku ji aliyê Amerîka hatibû dariştin, deng da ku Îran bi lez ji desteya Jinê ya Netewên Yekbûyî (CSW) bo heyama 2022-2026 were derxistin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî